Artêşa Tirk xwezaya Kurdistanê dişewitîne û wêran dike

Artêşa Tirk a ku êrîşî herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê dike, xwezaya Kurdistanê jî wêran dike.

Artêşa Tirk ku li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê dest bi êrîşeke ji bo dagirkirinê kiriye, ji balafirên şer ên F-16 bombeyên bi tonan li xwezaya Kurdistanê dibarîne. Herî dawî êvara 16'ê Hezîranê ji ber bomberdûmana bi balafirên şer qadeke daristanî ya li Geliyê Şêxzade şewitî. Li gel dar û cûreyên nebatan gelek sewal; pezkovî, berazên kovî bûn hedefa bomberdûmanê.

Ji gundiyên Geliyê Şêxzade Rêbaz Mihemed diyar kir ku hêzên çekdar ên Tirk bomberdûmaneke giran li qadên wan dike. Rêbaz Mihemed bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê her wiha hawirdorparêzan kir ku li dijî vê êrîşkariyê bikevin nava liv û tevgerê.