Artêşa Tirk li ser sînor Kurdek qetil kir

Artêşa Tirk li ser sînor Kurdekî ji Rojhilatê Kurdistanê qetil kir.

Li gundê Yamanyûrd ê Seraya Wanê Bahram Yûsefî yê ji Rojhilatê Kurdistanê hate qetilkirin. Hate diyarkirin ku Yûsefî li ser sînor bazirganî dikir.

Hate diyarkirin ku 5 kîlometreyan dûrî sînorê Rojhilatê Kurdistanê bi şev dengê çekan hatiye. Ev bûyer li qada Serê Gele pêk hatiye. Hate diyarkirin ku Bahram Yûsefî yê bazirganiya cixareyan dikir bi fîşekeke ji wesayîta zirxî Kîrpî hatiye qetilkirin. Cenazeyê Yûsefî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê.

Xizmên Yûsefî diyar kirin ku Yûsefî ji bo bazirganiyê derbasî wî alî bûbû û hewl didin cenazeyê Yûsefî werbigirin.