Artêşa Tirk li Cûdî dest bi operasyonê kir
Artêşa Tirk a dagirker li çiyayê Cûdî yê Şirnexê dest bi operasyonê kir. Gelek leşkerên xwe şand herêmê.
Artêşa Tirk a dagirker li çiyayê Cûdî yê Şirnexê dest bi operasyonê kir. Gelek leşkerên xwe şand herêmê.
Operasyona artêşa Tirk a li çiyayê Cûdî danê vê sibehê dest pê kir.
Çavkaniyên herêmî gotin, operasyon li herêmên Bespîn Zerîka û Berî Doskê yên Cûdî tê meşandin û bi 3 helîkopteran leşker li herêmê hatine danîn.
Ji bejahî ve jî gelek leşker hatin şandin.
Operasyona ku balafir û helîkopterên şer jî tevlî bûne, dewam dike.