Artêşa Tirk li Avaşînê bênavber xwezayê talan û wêran dike

Artêşa Tirk, ku ji 23'ê Nîsana 2021'ê ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên dagirkeriyê dike, li erdnîgariya Kurdistanê jî qirkirin û talanê dike.

Dewleta Tirk a dagirker ji 23'ê Nîsanê ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên qirkirinê dimeşîne. Di vê çarçoveyê de xwezaya Kurdistanê jî wêran dike.

Ji roja destpêkê ve êriş li dijî dar, daristan, hemû zindiyên li Zagrosan tên kirin, têne qirkirin.

Artêşa Tirk, ji destpêka êrişan ve bi obus û hawanan agir berdan daristanên herî bedew ên Zagrosan, ku şewata li vê herêmê hîn jî dewam dike.

BERIYA BI MEHAN DAR HATIN BIRÎN, NIHA JÎ DÎNAMÎTÊ DIXIN BINÊ KOKA WAN

Artêşa Tirk a dagirker beriya çend mehan darên li Avaşînê birî. Dema dawî jî dînamîtê dixe binê koka yên mayî û wan îmha dike.

Dîmenê ku gerîlayên HPG'ê li qada Dola Mara ya Avaşînê kişandine, nîşan dide ku li Avaşînê dar têne birîn, têne şewitandin û bi dînamîtan koka daran têne teqandin.