Artêşa Tirk gundên Xelîfan û Sîran bombe kirin
Artêşa Tirk a dagirker gundên Xelîfan û Sîran ên girêdayî navçeya Soran a Başûrê Kurdistanê bombe kirin. Bax, baxçe û zeviyên welatiyan şewitîn, têkildarî ziyanên canî agahî nehatin girtin.
Artêşa Tirk a dagirker gundên Xelîfan û Sîran ên girêdayî navçeya Soran a Başûrê Kurdistanê bombe kirin. Bax, baxçe û zeviyên welatiyan şewitîn, têkildarî ziyanên canî agahî nehatin girtin.
Bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk û helîkopterên Atak ên jîngehên sivîl ên Başûrê Kurdistanê dewam dikin.
Êrîşên dewleta Tirk ên bi armanca valakirina gundên Xaxûrkê û Bradost ên ji welatiyên sivîl dewam dike. Berî saetkê bi helîkopteran gundên Xelîkan û Sîran ên girêdayî navçeya Soran hate bombekirin.
Têkildarî windahiya can a ji ber bomberdûmanan ti agahiyek nehatiye girtin, hate ragihandin ku bax, baxçe û zeviyên welatiyên sivîl şewitîne.
Piştî bomberdûmana helîkopteran bi şûnde ji bo gundî bitirsin û cihên xwe vala bikin balafirên şer li ser gund digerin.
Balafirên şer û helîkopterên Atak ên dewleta Tirk a dagirker cara duyan e gundên Xelîfan û Sîran bombe dike.