Artêşa Tirk gundên Biradostê bomberdûman kir
Artêşa Tirk a dagirker bi obûs û hewanan Girê Lêlîkan ê Herêma Biradost a Başûrê Kurdistanê bomberdûman kir.
Artêşa Tirk a dagirker bi obûs û hewanan Girê Lêlîkan ê Herêma Biradost a Başûrê Kurdistanê bomberdûman kir.
Artêşa Tirk a dagirker bombe li devera Bêsnok, Kendegerî û Kortek barandin.
Li ser topbarana artêşa Tirk Keyeyê gundê Lêlîkanê Mixdîd Emer agahî da ANF’ê û piştrast kir ku dewleta Tirk carekî din gundên wan û çend cihên din topbaran kiriye. Emer anî ziman ku ji ber topbaranê tirs ketiye nava zarokan.
Keye Emer anî ziman ji ber topbaran ketober a artêşa Tirk nikarin biçin lawirvanî bikin, her wiha çandina zeviyên xwe bikin. Emer bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku li dijî van topbaranan rabe û helwestekî diyar raber bikin.
Ji ber van topbaranên li ser sînor heta niha gelek welatiyên sivîl hem di encama topbaran û hem jî boberdûmana balafiran de tên qetilkirin.