Artêşa Tirk dîsa bombeya fosforê bi kar anî

Artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedana gerîlayan nikare gavekê biavêje û ji ber vê sûcê şer dike. HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker 16 caran bi bombeyên taktîk nukleer, çekên kîmyewî û bombeyên fosforê Qadên Berxwedanê bombe kiriye.

HPG’ê got “Hêzên me bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê, bi cesaretekî mezin û bi taktîkên serdema nû yên encamgir çalakiyên xwe didomîne. Di çalakiyên hêzên me de 12 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek jî birîndar bûye. Di heman demê de 2 konên leşkerî, 3 pergalên kameraya mobese û pergaleke radarê jî hatine îmhakirin.

Qadên Berxwedanê 16 caran ji aliyê artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên taktîk nukleer, çekên kîmyewî û bombeyên fosforê hatine bombekirin. Artêşa Tirk careke din çekên qedexe bi kar aniye û sûcê şer kiriye. Di heman demê de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bombeya fosforê bi kar aniye. Qadên Berxwedanê 15 caran bi balefirên şer, 8 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi tank, hawan û çekên giran bombe kiriye.

Çalakî û êrîşên ku hatine kirin wisa ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Di 8’ê Tebaxê de saet di 11.30’an de dagirkeran dema ku xwestine ber bi çeperên şer ên Şehîd Rêber werin, hêzên me li dagirkeran dane û dagirkerek hatiye cezakirin. Piştî vê çalakiyê dagirker neçar mane gavekê bi paş ve biçin.

Di 8’ê Tebaxê de saet di 19.10’an de dagirkeran dema ku xwestine çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê bi kepçeyê hilweşînin, hêzên me li dagirkeran dane. Piştî ku hêzên me li dagirkeran dane, dagirker neçar mane ku tevî kepçeyên xwe gavekê bi paş ve vekişin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de;

Di 4’ê Tebaxê saet di 01.30’an de hêzên me li çeperên dijmin ên li Girê Koordîne ya girêdayî qada Bektorya ya Heftanînê dan. Di vê çalakiyê de 2 pergalên kameraya mobeseyê û pergaleke radarê tevî hemû amûran hatiye îmhakirin.

Di 7’ê Tebaxê de li Qada Girê Sor a Metînayê yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk a dagirker xwestine bi pêş ve werin, hêzên me dagirker xistine bin kontrolê û bi sabotajê li dagirkeran dane.

Di 8’ê Tebaxê de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê pergalek kameraya mobesse ya dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hate rûxandin.

Di 8’ê Tebaxê saet 17:20’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin.

Di 8’ê Tebaxê saet 22:00’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ji aliyê tîmên me yên bi tevger a YJA Starê ve bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin.

Di 9’ê Tebaxê saet 05:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî dagirkeran bi awayekî koordînekirî ji aliyê tîmên me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di vê çalakiya ku bi taktîka vedizînê ya ji sê alî hatiye lidarxistin; 9 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û 2 kon hatin rûxandin.

Di daxuyaniya me ya 7’ê Tebaxê de; Me agahiya ku di 6’ê Tebaxê de leşkerekî Tirk ê birîndar li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji aliyê dagirkeran ve hatiye kuştin parve kiribû. Di belgeyên hatin bidestxistin de hat hînbûn ku cureya xwîna vî leşkerî A rh+ ye û girêdayî 16’emîn Fermandariya Tûgaya Piyade ya Mekanîze ya Amedê ye.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî kiriye;

Di 8’ê Tebaxê de tunelên şer ên Qada Berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî 3 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî, çekên kîmyewî û bombeyên fosforê hatin bombekirin.

Di 8’ê Tebaxê de tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê 13 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, helîkopter û balafirên şer kiriye;

Di 8’ê Tebaxê de li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Amediyê û Girê FM’ê balafirên keşfê geriyane.

Di 8 û 9’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Sîda û Saca û qada Kanîsarkê ya Garê 15 caran ji aliyê balafirên şer hatine bomberdûmankirin.

Di 8’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Kurojahro û Girê Amediye 8 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 8’ê Tebaxê de jî Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndaran bi dehan caran bi tank, hawan û çekên giran hatiye bombekirin.”