Artêşa Tirk a dagirker ji hewayî û bejahî ve bombardûman kir
HPG'ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê bi helîkopteran û obusan bombe kiriye. HPG'ê ragihand, ku ji ber van êrişan tiştek bi hêzên wan nehatiye.
HPG'ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê bi helîkopteran û obusan bombe kiriye. HPG'ê ragihand, ku ji ber van êrişan tiştek bi hêzên wan nehatiye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bombardûmana hewayî û bejahî ya dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
"Artêşa Tirk a dagirker herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê bi helîkopterên êrişê û obusan bombe kiriye.
Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:
6'ê Hezîrê saet di navbera 21:00-22:30'î de li herêma Metînayê bi helîkopterên êrişê bombe li Girê Zendûra, zeviyên gundê Kêste, gundê Derarê, gundê Deşîşê û Qela Qumriyê barandine.
6'ê Hezîranê saet di navbera 21:00-01:20'î de li herêma Avaşînê qadên Mamreşo û Mervanosê bi helîkopterên êrişê hatine bombekirin.
6'ê Hezîranê saet di navbera 22:00-01:30'î de qada Cîlo yê Biçûk ê herêma Zapê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.
7'ê Hezîranê saet di 06:30'î de qada Çemço ya li herêma Zapê ji qereqolên li ser sînor bi obusan hate bombekirin.
Ji ber van bombardûmanan tiştek bi hêzên me nehatiye."