‘Artêşa Tirk a dagirker gundên Başûrê Kurdistanê dike hedef’-NÛ BÛ

HPG’ê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker gundên Başûrê Kurdistanê dike hedef.

Navenda Ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bê ku hedefk nîşan bide Başûrê Kurdistanê bombe dike û ziyanê dide bax û baxçeyên welatiyên sivîl.

HPG’ê ev agahî parve kir:

Sibeha 8’ê Hezîranê bûyera ku li nêzî Derkarê qewimî ti têkiliya xwe bi hêzên me re nîne.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dike. Di encama êrîşên bê ku hedef bên nîşandan de, zirar digihêje bax û baxçeyên gelê me yê Başûrê Kurdistanê. Şewata ji ber van bûyeran derketin, texrîbatek mezin daye daristanên herêmê.”

DETAYÊN LI SER ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER

Encam wiha ne:

“7’ê Hezîranê saet 11:00’an ji qereqolên artêşa TC’ê yên li ser sînor derdora Gundê Orê yê herêma Metîna bi çekên giran bombe dike. Di encama bomberdûmana dijwar de zirarek mezin digihêje bax û baxçeyên gelê me yên sivîl, şewata ji ber bomberdûmana ya li herêmê didome.

7’ê Hezîranê saet di navbera 22:00-23:00’^an de helîkopberên artêşa Tirk ên şer devera Girê Zendûra, Keste, Dararê yên Medîna li gel derdorîa gundê Hirorê bombe kirin.

7’ê Hezîranê saet di navbera 12:40 û 22:50’î balafirên şer bombe li Werxelê ya Avaşîn barandin.

7’ê Hezîranê saet 00:10-00:20’î helîkoperên şer devera Mamreşo û Mervanos bombe kirin.

7’ê Hezîranê saet 13:20’î balafirên şer qada Kurojehro ya Zapê bombe kir. Di vê bomberdûmanê de şewata li herêmê derketî dewam dike.

8’ê Hezîranê saet 07:30’î balafirên şer bombe li bejahiya gundê Şkefiyan a devera Meyrokê ya Dihokê ya Gerê bombe kirin.

Di van bomberdûmana  de ziyan bi hevalên me nebûye.”