Artêşa dagirker û çete Şêx Îsa û Til Rifet topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Şêx Îsa û bajaroka Til Rifet, topbaran dikin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Şêx Îsa û bajaroka Til Rifet, topbaran dikin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê saet di 19.00′an de ji bajarê Ezazê, gundê Şêx Îsa û bajaroka Til Rifet, topbaran dikin. Bomberdûman hê jî didome.
Di encama topbaranê de ziyan gihişte mal û zeviyên welatiyêên herêmê.
Piştî ku gundên Şêx Îsa û bajaroka Til Rifet ji aliyê şervanên Hêzên Şoreşger ve hate rizgarkirin, bi dehan malbat vegeriyan cih û warên xwe.