Arslan: Em siyasetê bi piştgiriya civakî dikin

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan da xuyakirin ku li dijî operasyona qirkirina siyasî ya ji ailyê AKP'ê ve tê meşandin, ew tevî gel têkoşînê bi rêxistin dikin û hevserokên di kongreyên Mûş û Cizîrê de hatin hilbijartin weke mînak nîşan da.

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ku ji roja ava bûye û vir ve girtin, binçavkirin, gef û zexta li ser kêm nebûye, hevşaredar jî di nav de hevserokên wê yên bajar, navçe û bajarokan, endamên Meclîsa Partiyê û Desteya Rêvebeiya Navendî jî di nav de bi hezaran endam û rêveberên wê hatine girtin. Bi qasî 4 hezar girtiyên DBP'ê hene. DBP ku piştî kongreya xwe ya asayî ya meha Tîrmehê li Enqereyê pêk anî li dijî girtin û zordariyê dest bi karê rêxistinbûnê kir, li 10 bajar û navçeyên ku weke navend tespît kiriye, karê xwe berfireh kir û biryar da ku li 58 bajar û navçeyan kongreyên xwe bike. Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan hem mîsyona rêxistinbûnê ya partiya xwe hem jî rojeva siyasî ji me re nirxand.

'AKP HEWL DIDE KURDAN BÊ RÊXISTIN BIHÊLE'

Arslan da xuyakirin ku ji 15''ê Tîrmehê û vir ve li dijî tevahiya tevgera Kurd bi taybetî li hemberî partiya wan polîtîkayeke giran a zext û çavtirsandinê tê meşandin û bi bîr xist ku zext û zordarî hê bi dijwarî dewam dikin.

Arslan da xuyakirin ku hikumeta AKP'ê hewldana darbeyê ji xwe re kiriye bahane û dixwaze hemû partî û komên siyasî yên mûxalîfên xwe tasfiye bike. Arslan destnîşan kir, hikumeta AKP'ê hemû derfetên xwe bi kar tîne û êrîşên giran dibe ser tevgera siyasî ya Kurdan.

Arslan anî ziman ku bi girtin û binçavkirinan, zext û zordariyan hewl tê dayin Kurd bê rêxistin bên hiştin, li derveyî siyasetê bên hiştin û got, "Bi kongreya xwe ya 4. a meha Tîrmehê re me bi pêvajoya ji nû ve avakirinê re ev yek beralî kir."

Arslan da zanîn ku wan li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê dest bi pêvajoya kongreyê kirine û li dijî girtin û binçavkirinan bi xurtkirina rêxistinên xwe dest bi pêvajoyeke nû ya rêxistinî kirine.

'EM KADROYÊN SIYASETA DEMOKRATÎK AMADE DIKIN'

Arslan destnîşan kir ku di serdema nû de ew ê li ser rêxistinbûneke xurt a gel bixebitin û ragihand, DBP'ê di vê pêvajoya nû de karê zanekirin û birêxistinkirina gel xistiye rojeva xwe û armanca bingehîn a kongreyên wan jî ev e.

Mehmet Arslan diyar kir ku AKP bi rêya girtinan kadroyên pêşeng ên siyasetê dike hedef û got, "Eger AKP hewl dide ji vir me derxîne derveyî siyasetê, em jî kadroyên siyaseta demokratîk ên ku dikarin pêşengiyê ji gelê me re bikin amade dikin. Kongreyên me di çarçoveya van amadekariyan de tên kirin. Meşandina siyaseteke bê pêşeng nepêkan e."

ELEQEYA JI BO KONGREYAN ZÊDE YE

Arslan bal kişand ser kongreyên xurt ên li Kurdistanê kirine û got, "24'ê Mijdarê me li Mûşê kongreya xwe pêk anî. Li Mûşê herî zêde jin hatin girtin. Hema bêjin hemû jinên ku bala wan li ser siyasetê bûn û li eniya mûxalîf cih digirtin hatin girtin. Di kongreyê de dayikeke me ya hêja ya extiyar ku du keçên wê hatine girtin, ji bo bicihanîna wezîfeyên têkoşînê yên keçên xwe, hat bû namzeta hevserokatiyê. Li Cizîrê jî me bi tevlîbûneke xurt kongreya xwe pêk anîn. Yê ku di kongreyê de bû hevserok, du zarokên wan di pêvajoya xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dane. Ev nêzîkatî nîşan dide ku DBP siyasetê bi desteka ji civakê dike. Ev yek li Tirkiyeyê karekî hêsan nîne, lê belê em dixwazin tevî gelê xwe pirsgirêkan çareser bikin û têkoşînê mezin bikin."