Armanca mufredata yekparêz, afirandina nifşekî ji yek tîpî ye

Ji rêveberên Şaxê Egîtîm-Senê yê Êlihê Rûşen Guneş got, AKP ji mufredatê heta tercîha dibistanê dest li qada perwerdeyê werdide û diyar kir, bi vê yekê re dixwze 'nifşekî ji yek tîpî' biafirîne.

Ji rêveberên Şaxê Egîtîm-Senê yê Êlihê Rûşen Guneş, ku ew bi xwe jî bi biryarnameya 29'ê Cotmeha 2016'an ji kar hate derxistin, anî ziman ku AKP dixwaze saziyên perwerdeyê bike febrîqeyeke ku li gorî mejiyê xwe mirovan lê biafirîne. Guneş diyar kir, sîstem li gorî vê yekê tê dîzaynkirin û anî ziman, mufredata nû jî berhemeke vê yekê ye.

Guneş ragihand, li ser bingeha senteza Tirk-Îslamê bi giranî dersên olî hatine destnîşankirin, kontenjana Lîseya Anadolû hatiye kêmkirin û xwendekarên ji ezmûna TEOG'ê encameke gelekî baş standine li naverastê hatine hiştin û destnîşan kir, ku du sedemê vê hene:

* Dixwaze berê xwendekaran bide Lîseyên Îmam Hatîp

* Dixwaze xwendekaran ji dibistanê dûr bixîne û bike ku xwendekar li derveyî dibistanan xwendina xwe bidomînin.

FEBRÎQEYA AFIRANDINA MIROVÊN JI YEK TÎPÎ

Guneş diyar kir, ku desthilatdariya AKP'ê dixwaze nifşekî ku li gorî xwe difikire, lê napirse û bi agahiyên destnîşankirî hatiye gihandin, biafirîne. Guneş got, "Bi vê armancê mufredat guherand. Hewl did saziyên perwerdeyê bike febrîqeyê û jenderasyoneke ji yek tîpî biafirîne. Ev nifş jî wê bibin neferên ku piştî 20 salan welêt bi rê ve bibe. Ji ber vê yekê li hemberî perwredekaran têkoşîn tê dayin. Piştî greva 29'ê Kanûnê wezîfeya 960 hevalên me hate sekinandin. Piştre derxistina ji kar û sirgûnê dest pê kir."

EM Ê SERÎ NETEWÎNIN

Guneş destnîşan kir, ku tevî zextên desthilatdariya AKP'ê yên li ser kedkarên perwerdeyê jî ew ê serî netewînin, têkoşîna xwe bidomînin û ji daxwaza xe ya aştî û demokrasiyê venegerin. Guneş bi bîr xist ku wan li hemberî binpêkirina mafên xwe serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dane û li gel hevalên xwe yên perwerdekar ên hatine îxraç û sirgûnkirin ew ê heta dawiyê têbikoşin.