Dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir û talan bike!

Rojnameger û nivîskar Kemal Raûf û Hîndekarê Zanîngeha Silêmaniyê Hewjîn Mele Emîn diyar kirin ku faîlê bûyera li Metînayê dewleta Tirk e.

Piştî êrîşa dagirker a ku artêşa Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê kiribû, di 5’ê Hezîranê de li wesayîta zirxî ya pêşmergeyan hatibû xistin.

‘BÛYER ZELAL E, DEWLETA TIRK KIR’

Rojnameger û nivîskar Kemal Raûf got “Wê bûyera li Metînayê ya ku bûbû sedema şehadeta 5 pêşmergeyan û 4 pêşmerge birîndar bûbûn, bûyereke xemgîn e. Bûyer gelekî zelal û eşkere ye. Li gorî saziyên medyayê yên girêdayî PDK’ê ji hewayî ve êrîş hatiye kirin û li gorî gumanan ‘Dewleta Tirk kiriye’. Piştî ev rewş hate guherandin û gotin ‘Gerîla kiriye’. Lê gerîla ev tişt red kir. Dema mirov li wê wesayîtê û halê wê yê piştî bûyerê dinihêre, dibîne ku ji hewayî ve êrîşek hatiye kirin. Êrîş ji jor ve bi roketê hatiye kirin, ne teqîna mayînê ye. Tu nîşan tuneye ku êrîş ji kêlekê li wesayîtê hatiye kirin.

Çima guman zêde ne ku Tirkiye ev tişt kiriye? Ji ber ku ji demeke zû ve ye Tirkiye dixwaze şer bibe Başûrê Kurdistanê. Li herêmê dixwaze Kurd li hemberî hev şer bikin. Tirkiye dixwaze ji hewayî ve şer bike. Li erdê jî dixwaze bi PDK û hêzên girêdayî wê bidomîne. Ev tişt jî civaka me dixe nav fikaran. Civaka Kurdan sond xwarine ku wê careke din Kurd li hemberî hev şer nekin. Gel naxwaze ku gelê Kurd li dijî hev şer bike. 

Vê plana Tirkiyeyê tê wateya êrîşa li ser Başûrê Kurdistanê. Hêvîdar im hemû partiyên siyasî xwe ji vî tiştî biparêzin û nekevin xefikan. Bi taybetî jî divê çapemeniya girêdayî PDK’ê dûrî vî tiştî be. Divê zimanê ku gerîla wekî dijmin nîşan dide, biguherîne. Medya divê rola xwe ya sekinandina şer bi cih bîne. Lê mixabin em dibînin ku hin beşên medyayê berevajî vî tiştî rol distînin.

Em werin ser meseleya ku çi berê Tirkiyeyê dide ser vî tiştî, Tirkiye hebûna gerîlayan a li vê herêmê hincet nîşan dide.

Lê gelek saziyên medyayê yên Tirkiyeyê û rêveberên wan dema daxuyaniyê didin, diyar dikin ku ew ji bo piştgiriya Tirkmenan û ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê tên. Armanca sereke ya Tirkiyeyê dagirkirin û talankirina Başûr e. Tirkiye bi van êrişan dixwaze hikumeta Başûr tune bike. Heke di vî şerî de bi ser bikevin, navend û baregehên xwe yên leşkerî zêde bikin, wê beşeke zêde hêza Başûrê Kurdistanê, ev jî hêza PDK’ê ye, wê tevlî nav şer bikin. Dema ku şer were destpêkirin dibe ku rêveberî û hikumeta Başûr nemîne. 

Wekî têkoşîna ya li dijî DAÎŞ’ê divê em nîşan bidin ku em gelekî ku xwedî ax û welat mafê me heye ku em xwe bi rê ve bibin. Heke em nikaribin vî tiştî biparêzin em ê firsendeke mezin bidin wan. Wê Iraq dîsa tevlî nav karê me bibe. Mixabin ev tişt wê bi xwe re bêhêvîtî û hilweşandinê bîne.”

‘POLÎTÎKAYA PDK’Ê BI KÊRÎ DAGIRKERAN TÊ’

Hîndekarê Zanîngeha Silêmaniyê Hewjin Mele Emîn jî got “Tevgera PDK’ê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê krîza li herêmê kûrtir dike. Li gorî stratejiyeke ku hatiye diyarkirin dixwaze dest deyne ser hinek herêman û bandora xwe zêde bike. Ev rewş dibe ku bi xwe re krîz û şer bîne. Ev jî wê bi kêrî dagirkeran bê. Li hemberî êrîşên dagirker bêdengiya PDK û rêveberên wê û bêdengiya hikumeta Iraqê nîşan dide ku heta astekê ev êrîşên dagirker pesend kirine û ew jî di nav de ne.

‘SÛCDARKIRINA PKK’Ê SENARYOYEK E’

Ev senaryoya hatiye diyarkirin gelekî zelal e. Di serê bûyerê de çapemeniya PDK’ê got ‘Dibe ku Tirkiyeyê ev êrîş kiriye’ Lê dema ku birîndarekî bûyerê li nexweşxaneyê axivî û got “Yan fuze yan jî balefirê li me daye’.  Ango her tişt zelal û eşkere ye. Dema ku ev sûc xistin stûyê gerîlayê PKK’ê jî ev senaryoyek bû. Bêyî ku tu lêkolîn were kirin û were lêpirsîn bê ka bûyer çawa pêk hatiye, dema sûcdarî were kirin ev jî nîşan dide ku tevlî plana dijmin bûne. Tevlî plansaziya li hemberî HPG’ê bûne.

PDK ji ber têkiliya xwe ya bi dijminên Kurdistanê dixwaze bûyerê wisa nîşan bide. Dixwaze nakokiyên di navbera aliyên siyasî de zêde bike. Ji ber ku PDK di warê siyasî, ekonomîk û jeostratejîk de têkiliyê bi Tirkiyeya ku dijminê Kurd û Kurdistanê re datîne, ev tiştên îro pêk tên. Êdî nikare dev ji vî tiştî jî berde.

PDK ji ber têkiliyên ku ketiye nav, ji neçarî tevlî nav êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û şerê li dijî gerîla dibe.

Dixwazin qadên gerîlayan teng bikin. Dixwazin şerê li dijî gerîla zêdetir bikin. Krîza li herêmê ji ber neçariyê ji xwe re wekî qezencê dibîne. PDK biryar daye ku vê bûyerê û krîzê bi cih bîne. Senaryoyan amade dike û çapemeniyê jî di nav şerê taybet de bi kar tîne, dixwaze HPG’ê bîne asta ku bersivê bide wê. 

Peyama dijmin gelekî zelal e. Dijminên Kurdan her dem dixwazin Kurdan bera ber hev bidin. Carinan bi rêya îxanetê û carinan bi tevlihevkirina hestên welatparêziyê, dixwaze bi wan bilîze, plan û projeya wan bi cih bîne. Mixabin di dîroka Kurdan de her dem ev tişt derketiye pêş. Her dem hinek Kurd bûne parçe û projeyeke wan. Şoreşa Kurdan jî ji ber dijminatiya hinek Kurdan û bûne parçeyekî projeyê, tu carî bi ser neketine.

Mixabin beşeke zêde ya xwîna Kurdan ji ber cihgirtina di plan û projeyên dijmin de bi destê Kurdan pêk hatiye. Enfal û şerê navxweyî yek ji mînakên herî dilsoz ên vî şerî ne.”