Aqûbeta nûnerên PYD'ê û Rêveberiya Xweser ên ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin, hînê nayê zanîn

Nûnerê PYD'ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl, Nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen û endamê PYD'ê Mistefa Ezîz Mistê ku zêdeyî 2 hefte ne ji aliyê PDK'ê ve hatine destgîrkirin, agahî ji wan nayê girtin.

Her sê nûner 10'ê Hezîranê ji bo pêşwazîkirina mêvanan çûn Balafirgeha Hewlêrê, lê ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatin destgîrkirin.

15 roj in agahî ji nûnerên PYD'ê û Rêveberiya Xweser nayê wergirtin. Rêveberiya Hewlêrê jî agahiyê nade PYD'ê û Rêveberiya Xweser.

Ciwanê bi navê Ciwan Ebdulkerîm ê di ser Deriyê Sînor ê Xabûrê ji bo tedawîkirina dayika xwe çû Başûrê Kurdistanê hate destgîrkirin û ji hingî ve agahî jê nayê girtin.