Aqûbeta cenazeyan ne diyar e, malbat bi helwest in

Aqûbeta cenazeyên ku ji Xerzanê hatin derxistin ne diyar e. Malbata Muzeyyen Gordemîr ji bo ku hê encamek bi dest ve neaniye xwedî helwest e. Malbat dibêje, "Di kîjan dînî de zilmeke wiha heye."

Li gundê Oleka Jor a Tetwana Bedlîsê, ji Goristana Xerzanê 19’ê Kanûna 2017’an 267 cenaze hatin derxistin û aqûbeta 265 cenazeyan nayê zanîn. Ji 267 cenazeyên ku birin Tiba Edlî  ya Stenbolê tenê cenazeyên Dîlan Bîngol û Celal Ovmen piştî 61 rojan dane malbatê, nayê zanîn bê ka 265 cenazeyan kengî bidin malbatan. Malbata Muzeyyen Gordemîr (Bêrîvan) û malbatên dî ji bo cenazeyên xwe bistînin têkoşîşîna hiqûqî didin.

'TI MANEYA CEJNÊ NEMA'

Xwîşka Gordemîr Şukran Sîncar got ti maneyeke hiqûqî û însanî tine ku cenaze ji goristanê derxînin, diyar kir, ji bo ku cenaze bistînin meha Remazanê tim dia kirine û domand, "Ji bo me ti maneya cejnê nemaye. Ev cejn jî wiha derbas bû. Daxwaza min ew bû ku Cejna Remazanê li ser gora xwîşka xwe dia bikim. Nebû. Me ne hestiyên wê dîtin û ne jî me karî em biçin ser goristanê."

'DI KÎJAN DÎN Û PIRTÛKÊ DE HEYE'

Sîncar got xwîşka wê 1993’yan jiyana xwe ji dest daye û got, "Dema xwişka min şehît ket, me bi salan nizanibû ku ka cenazeyê wê li kû ye. Piştî goristana Xerzan hat avakirin em gihiştin cenazeyê xwişka xwe. Gorek ku em li ser dua bikin çêbû. Lê destûr nedan ku em li ser cenazeyan dia bikin û hemû cenaze ji goristanê derxistin û birin. Dema ku cenaze hatin veşartin li kû be divê heta dawî li wir be. Di ti dîn pirtûkên pîroz de gor nayên  vekirin  û ji cihê wan nayê derxistin. Berpirsê vê yekê kîye divê bê darizandin."

'EM AŞTIYÊ EW ŞER DIXWAZIN'

Sîncar anî ziman ku wan piştî cenaze ji Goristana Xerzanê hatin derxistin mînaka xwînê dan û wiha got: "Êdî bes e. Me 3 meh berê xwîn da Saziya Tipa Edlî. Me mînaka DNA’yê da. Em hestiyên xwe dixwazin. Hestî li kû bin divê bidin me. Divê dewlet hestiyên me bide me. Em hestiyên xwe dixwazin. Em hestiyên hemû cenazeyan dixwazin. Her ku em dibêjin aştî, desthilat ji bo desthilatiya xwe şer geş dike. Em dibêjin ji vê zilmê re êdî bes e."