Apoyiyan çawa tola Halîl Çavgûn hilandin?

Pêşî Hakî Karer û piştî bi salekê şehîdbûna Halîl Çavgûn deriyê pêvajoyeke nû li têkoşîna azadiya Kurdistanê vekir. Berxwedana ji bo bersiva qetilkirina Çavgûn wê bikira ku hevkarên dewletê li ser çokên xwe rûnin...

Halîl Çavgûn 1954'an li nav malbateke hejar li Hîlwanê jidayik bû. Çavgûn dibistanên navîn û seretayî li navçeyê xwend, piştre li navenda Rihayê dest bi enstîtûya perwerdehiyê kir. Wan salan bi rêbertiya Abdullah Ocalan tevgera azadiya Kurd li nav xwendekaran berbelav dibû. Çavgûn jî sala 1977'an dema ku pola dawî dixwend tevlî nav vê tevgerê bû. Xwîşka wî Fatma Yilmaz wiha behs dikir bê ka Çavgûn çawa tevger nas kiriye:

''Piştî demeke ne dirêj bû ku qedroyên pêşî yê tevgerê hatibûne Rihayê. Ew jî li dibistanê dima. Pir nedihat malê, carekê dema ku hatî di dest de pirtûk hebûn, got, ''van veşêre''. Ji bo ku me bi xwendin û nivîsandinê nizanîbû me nizanîbû bê ka di pirtûkan de çi dinivisî, me meraq dikir. Lê negot bê ka çiye, piştî vê dema ku dihate malê tim dixwend, dinivîsand. Her tim dixwest ku em perdeyan bidin ber pencerê. Wan deman me pê derxist ku guheriye, piştre jixwe her carê hevalên wî hatin.''

SERDEMA NÛ KU 18'Ê GULANA 1977'AN DEST PÊ KIRÎ..

18'ê Gulana sala 1977'an ku Halîl Çavgûn tevger nas kiribû li qehweyeke biçûk a Dîlokê çeka ku wê biteqiya wê qedra tevgerekê ku mezin dibû biguherand, li Kurdistanê wê bibûya xeleke pêşî ya guherînên ku dawî lê nedihat. Qetilkirina yek ji qedroyê pêşî yê tevgerê Hakî Karer, nîşan dida tevgera ku li Kurditanê gab bi gav rêxistinî dibû, hem di hedefa dewletê de bû hem jî di hedefa wan hêzên bi desteka dewletê bûn. Bêguman ên ku herî pir bandor li ser wan bûyî qedroyên tevgerê bûn.  Xwîşka wî wiha behsê dike ku şehîdbûna Karer çawa bandor li ser Çavgûn kiriye: ''Dema ku hatî malê pir xemgîn bû, me got, çi bû, ''got ji dibistanê li hevalekî min reşandin'', çend rojan qet neaxivî, xwarin nexwar. Piştre me fêhm kir ku ew hevalê wî Hakî Karer bûye.''

Ber bi sala 1978'an ve tevgerê tora rêxistiniyê ya ji Dîlokê heta bi Rihatê berfireh kir, ji Amed, heta bi Êlih, Dersim, Xarpêt û Serhedê xeteke nû vekir. Komeke biçûk li qadeke berfireh dibû tevgereke rêxistinî, girseyeke mezin a gel dida pey xwe. Bêguman qedroyên tevgerê bi derfetên neyî dixebitînin.

18'ê Gulanê ku salvegera pêşî ya şehîdbûna Hakî Karer e wê demê qedroyan û sempatîzanan weke 'roja çalakiyê' ragihandine, wê li hemû bajarên rêxistinî afîş bihatana daleqandin, civînên bîranînê bihatana kirin. Ev xebat li Hîlwanê jî hebû.  Halîl Çavgûn û hevalên wî wê rojê, ango 18'ê Gulana 1978'an ji bo Hakî Karer li navçeya biûk a Rihayê Hîlvanê hin bername çêkiribûn, afîş daleqandibûn. Di wan afîşande li bin wêneyê Hakî Karer hatibû nivîsandin, ''Bimre mêtingerî, bijî serxwebûn û enternasyonalîzma proleterya''.

ŞEHÎDBÛNA WÎ Û BERSIVA PÊŞÎ...

Ji şahidên wê demê nivîskar Alî Oruç piştî bi salan wê behsa wê rojê bikira: ''Ji bo civîna bîranînê ya ji bo salvegera şehîdbûna heval Hakî Karar, em li lokala Komeleya Mamosteyan -TOBDER'ê hatin cem hev. Em bi qasî 20 hevalan bûn, hevalan danezan xwnedin, piştre em belav bûn. Piştre me bihîst endamên eşîra polîs Silêman bi ser wê qehweyê de girtine ku heval diçûnê, dijûnê li hevalanên me dikir, li wan didin û yekî destgîr dikin û dibin qereqolê. Piştre êvarkî Halîl û hevalên din li dibistaneke seretayî kom dibin û nîqaş dikin bê ka ew ê çawa bersiva vê êrîşê bidin.''

Silêmanî ku jê aciz bûn tevgera azadiyê li Hîlwanê rêxistinî bibe û wê demê di serî de MHP bi dewleta Tirk re dixebitîn, bi du wesayitan bi ser dibistanê de girtin, Halîl Çavgûn qetil dikin û sê hevalên wî jî birîndar dibin.  Dewleta Tirk û hevkarên wan di vê bûyerê de xwestin ku Apoyiyan çavtirsandî bikin. Silêmanî ku li Hîlwanê û gundên wê teror dikirin, bi her rê û rêbazî dixwestin ku li ser civakê zexte deynin, hesabê ti sûcê ku dikirin nedidan û her wiha piştî her êrîşê gelê herêmê bêhtir çavtirsandî dibû. Lê piştî şehîdbûna Çavgûn li Hîlwanê ev dîroka bêqidoş wê biguheriya. Hê cenazeyê Çavgûn li erdê bû, wê bersiva pêşî bidana hêzên êşîrê ku êrîş anîbûn.

Şeva pêşî li ser rêya Dîlokê li  wesayita ku şaredar tê de bû reşandin, ku şaredar endamê eşîrê bû. Roja dî Halîl Çavgûn hate veşartin, qedroyên tevgerê ku xwe gihandina Hîlwanê, ji bo ku merasîma cenaze ne pir girseyî ye bêhna wan teng dibe. Xwîşka Çavgûn Fatma Yilmaz wiha dibêje: ''Me nerî ku ji Xarpêt, Dersim, Êlihê, ji her deverê heval hatin, gotine me, 'ji bo merasîma cenaze çima hûn li hêviya me namen', bi ser me hilbûn. Silêmaniyan jî bi rêya navbeynkaran peyam dişandin û digotin, 'bila ev mesele zêde mezin nebe, em mal û milk bidin wwe''.  Malbata min jî ji bo ku ev mesele zêde mezin nebe xwe hazir dike ku koç bike, helbet em partiyê nasnakin.''

YEKÎNEYÊN PÊŞÎ YÊN ÇEKDAR

Bêguman li gorî lîderê tevgerê Abdullah Ocalan qetilkirina Hakî Karer û Halîl Çavgûn bi plansaziyekê bû û bêyî ku bi derengî biketa diviya bersiv bihata dayin. Rêberê Gelê Kurd di nirxandineke xwe de wiha behsa wê rojê dikir: ''Çawa ku qetilkirina heval Hakî êrîşeke bi wê mebestê bû ku em nekevin Kurdistanê, qetilkirina heval Halîl jî, êrîşeke bi wê mebestê bû ku em nebin xwedî kok. Bi qetilkirina hevrê Hakî Karer ji dijmin weye ku ew ê bikaribin têkoşîna rizgariya netewî ya Kurdistanê rawestînin. Lê pir şaş bû. Şoreşgeran bi hemû hêza xwe tevger girseyî kirin. Mêtingeran vê carê jî ji bo ku pêşî li tevgera şoreşger bigirin hêzen xayin ên xwecih ku sparteyên wan ên sosyal bûn û çeteyên eşîrî-feodal şixulandin. Bi êrîşa hevpar a çeteyên xwecih, sîxûr-milîs û polîsan hevrê Halîl Çavgûn hate qetilkirin.''

Rojên dawî yên Gulana 1978'an Abdullah Ocalan û qedroyên din ên tevgerê ku li Hîlwanê hatin cem hev ji bo rêyeke jê veneger û tola Çavgûn hin biryar standin. Dema ku ji bo berxwedanê hazirî temam dibûn, ji lîderên tevgerê Kemal Pîr diçe Pirsûsê û çend çekan ji qeçaxçiyan digire. Himra yekîneyên çekdar zêde dibe. Şer dest pê dike. Yekîneyên çekdar ên tevgerê li her devera ku Silêmanî diçûnê bi ser wan de digirtin. Silêmanî jî li Hîlwanê bi ser malbatên sereke yên tevgerê de digirtin. Di serê van malbatan de malbata Çavgûn, Yavûz û Agaçlaran dihatin.

Êdî ji bo malbatên ku bûbûn parçeyek ji tevgerê werin parastin li taxan yekîneyên parastinê hatin avakirin. Yekîneyan li serê koşeyan nobet digirtin. Berxwedana li dijî Silêmaniyan ku ji dewletê her cure destek distandin ji bo ku wêrekî û baweriyeke mezin dixwest piraniya gelê Hîlwanê behitî bû, ji bo berxwedana tevgera azadiyê digotin, ''Ev tiş bi çend xwendekran nabe'. Di kelekela germa havîna deşta Rihayê de şer giran dibû. Derdorên ku berê bêhêvî bûn li bara berxwedanê şaş diman. Berxwedan li bejahiyê û li gundan berbelav dibe.

BERXWEDANA KU DÎWARÊ TIRSÊ YA LI NAV GEL ŞIKANDÎ

28'ê Tebaxa 1978'an nîvrokî li navenda Rihayê serokê navçeya navendî ya Rihayê ya MHP'ê Kemal Bayuk li ber oto galeriya xwe êrîşeke çekdarî çû ser. Mirina Kemal Bayuk ya bi guleyên 2 milîtanan Silêmanî şaş kiribûn, eynî rojê, piştî bi çend saetan, weke bersiva li vê Silêmanî bi ser qehweyekê de digirin ku dilxwain tevgerê diçûnê, 4 ciwan birîndar dibin, ji ciwanên dilxwaz xwendkarê lîseyê Cemal Çobanyildiz şehîd dibe. Merasîma cenaze ya Çobanyildiz dibe çalakiyeke girseyî ya ku tevgerê li Kurdistanê kirî, tevger biryarê dide ku berxwedanê geştir bike.

Cenazeyê Halîl Çavgûn bi bêdengî û bi xemgînî çêbû. Lê di nav sê mehan de gel dîwarê tirsê şikandibû, girêdana malbat-eşîrê şikandibû û girêdana netewî ya Kurd geş kiribû. Piştî wê demê Silêmanî û hêzên dewletê yên li pişt wan li Hîlwanê nikarin bi rehetî bigerin.  Di şer de ji Silêmaniyan 25 kes têne kuştin. Ev derbeke giran bû ji bo eşîra bi piştevaniya dewletê. Jixwe piştre şaredarê ji Silêmaniyan Mehmet Veysî Bayuk, diçe cem yek ji rêberê berxwedanê Salih Kandal û dixwest ku tevger wî efû bike. Roja dîtir Bayuk ji mîkrofona şaredariyê wiha got:

''Ez şaredarê Hîlwanê. Hemû hevbajariyên min ên Cure Reşî min nas dikin. Hûn pê dizanin bê ka ez kî me. Heta niha li cem eşîra Silêmaniyan bûm. Ez li dijî şoreşgeran, ango Apoyiyan bûm. Ez pê dizanim tiştên ku min kirin sûc û xayintî ye. Bidin cahiliya min. Min bi zaneBûn sûc nekir. Hê min nû fêhm kir ku sûcdar im. Poşman im û ji niha û pê de ez ê ne li dijî gel û Apoyiyan bim. Min hemû têkiliya xwe bi Silêmaniyan re biriye. Ez xwe davêjim ber berxtê gel û dada Apoyiyan, dixwazim ku min efû bikin.''

Silêmanî yên ku ala teslîmbûnê hildan, ji bo ku xwe bi tevgerê bidin efûkirin wê 20 çek diyarî bikirana, soz bidana ku ew li cem gel in.  Piştî îstîfakirina Bayuk, 6'ê Gulana 1979'an hilbijartina şaredariya Hîlwanê dîsa hate kirin. Namzetê tevgerê Nadir Temel, ku weke gotina wê demê 'rêberê gel' kirî namzet, piraniya dengan stand û li Hîlwanê bû şaredar. Ev, li deşta Rihayê geşedaneke weke şoreşê bû, ji ber ku cara pêşî bû ku di hilbijartinan de bêyî ku hêza dewletê, eşîrekê bide pey xwe malbatekek hejar hilbijartinê bi ser dixe.

Pêşî Hakî Karer û piştî bi salekê şehîdbûna Halîl Çavgûn rê li pêvajoyeke wiha dîrokî vedikir, tevgera 27'ê Mijdara 1978'an bi Partiya Karkaerên Kurdistanê (PKK) derdikeve ser qada dîrokê. Gulana 1978'an dastana berxwedanê ya li Hîlwanê hatî nivîsîn, ji deşta Rihayê heta tevahiya Kurdistanê, bi strana, ''Apo hate Hilwanê şewqa xwe da cîhanê'' wê biketa ser zimanê her kesî, di bîra civaka Kurd de bihata kolandin...

*Rêze bûyerên di nivîsê de û agahî ji gotebêjiyên Fatma Yildiz, Mustafa Yavuz, Alî Orurç, Cuma Tak û Fuat Kav hatine stnadin, ku ji bo rêze dokumantera 'Serhildan'ê bi şahidên wê demê re hatibû axafti nû di Stêrk TV de hatibû weşandin.