Apê Mûsa hate bîranîn: Heman feraset îro jî didome

Rojnameger û nivîskar Apê Mûsa yê ku 29 sal berê hate kuştin, li kolana ku hatibû kuştin hate bîranîn.

Nivîskar û rojnamegerê Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) li Kolana 442'emîn a Taxa Cûmhûriyetê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê ya ku berî 29 salan lê hatibû qetikirin, ji aliyê malbat, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û rojnamegeran ve hat bibîranîn. 

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevserokên HDP’ê bajêr û rêveberên wê, Hevserokên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG), rêveber û endamên MEBYA-DER, TÛHAY-DER, MED-DER’ê jî di nav de gelek kes tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên şehîdên çapemeniyê hatin hildan. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir.

Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû di bîranînê de got “Feraseta ku 29 sal berê ew li vir kuşt, bi wî re xwest çapemeniya Kurd jî bêdeng bike. Lê em îro nîşan didin ku wê çapemeniya azad û çapemeniya Kurdan neyê bêdengkirin. Kesên gule bera Apê Mûsa dan, xwestin pênûsa wî li erdê bihêlin lê çapemeniya azad ev kelepor domand. Îro ji bo qîrina vî tiştî em li vir in.Ji bo darizandina kujerên Apê Mûsa em ê têbikoşin.”

DI ŞEXSÊ WÎ DE XWESTIN TÊKOŞÎNÊ BIQEDÎNIN

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî diyar kir ku feraseta 29 sal berê Mûsa Anter kuşt, xwest ku têkoşîna azadiyê ya Kurdan biqedîne û got “Lê têkoşîna gelê Kurd wekî roja pêşîn, gur û geş didome. Derbarê kuştina Apê Mûsa gelek gotin hate kirin lê kujer hê jî nehatine darizandin. Ne 29, 49 sal derbas bibe jî em ê tu cînayetên kujerên wan ne diyar ji bîr nekin. Li hemberî kesên dijminatiya gelê Kurd dikin, em ê têkoşînê bidomînin. Em dizanin ku kîjan feraset qetlîamên li Efrîn û Silêmaniyê dikin. Heta ku hesab were pirsîn, em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em sozê didin Apê Mûsa, heta ku azadî were bidestxistin em ê têbikoşin.”

Gel ber bi kolana ku Mûsa Anter lê hatibû kuştin meşiya û qerenfîl danî ber wêneyê Anter. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan li vir daxuyaniyeke kurt da û got “29 sal derbas bû hê jî hevalên me tên kuştin. Heqîqet winda nabe. Em îro hîn bûn ku hilgirtina wêneyê Ferhat Tepe qedexe ye. Bi van qedexeyan hûn ê nikaribin wan bidin jibîrkirin, şehîdên me yên çapemeniyê rûmeta me ne. Em li ser şopa wan in. Em careke din Apê Mûsa bi bîr tînin.”

Beşdar ji bo ku tevlî bîranîna li ser gora Mûsa Anter bibin, wê biçin Taxa Sitîlêlê ya Nisêbîna Mêrdînê.