Amedî wê 1'ê Îlonê li dijî tecrîdê dakevin qadan

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Mehmet Şerîf Çamçi diyar kir ku wê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dakevin qadan û daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin.

Rêxistina Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li avahiya partiyê cejna gel pîroz kir. Parlamenterên HDP'yî Selçûk Mizrakli, Dersim Dag û Remziye Tosûn jî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Mehmet Şerîf Çamçi li vir axivî û destnîşan kir ku faktorê herî girîng ê têkoşîna wan, moral e. Çamçi got, "Em ê kêmasiyên xwe tespît bikin û sererast bikin. Ji bo paşeroj û zarokên xwe em ê vê têkoşînê bidomînin. Sekna me wê rê li ber serketinê veke. Rêyeke din ji bilî vê nîne. Em moralê ji têkoşîna xwe digirin û di têkoşîna me de hêza herî girîng moral e. Divê ti tişt me bê moral neke."

Çamçi diyar kir ku wan dest bi amadekariya mîtînga 1'ê Îlonê ya li Meydana Stasyonê kirine û got, mîtîng wê bi dirûşma "Nabe ku aştî bê tecrîdkirin" bê lidarxistin û daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê kirin. Çamçi bi bîr xist ku qala aştiyê nema tê kirin û got, tecrîd her roj bi gelên Tirkiyeyê dide windakirin.