Amed wê roja Yekşemê li ber faşîzmê rabe

Bi pêşengiya HDP'ê wê roja Yekşemê li Meydana Stasyonê ya Amedê mîtîng were lidarxistin û kiryarên faşîst ên bloka AKP/MHP'ê werin şermezarkirin.

Çalakiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ku 20'ê Tîrmehê li Stenbolê bi dirûşma "Em nesekinin, bidin sekinandin" da destpêkirin, bi "Mîtîngên Aştiyê" dewam dikin. Mîtînga destpêkê Yekşema bihurî li Stenbolê bi daxwaza "Em aştî û demokrasiyê dixwazin" hate lidarxistin. Ya duyemîn jî wê 17'ê Îlonê roja Yekşemê li Meydana Stasyonê ya Amedê pêk were. Tê payin ku bi deh hezaran kes tevlî mîtîngê bibin. Ji koordînasyona mîtîngê Newzat Ozgen der barê çalakiyê de agahî da.

Ozgen bal kişand ser çalakiyên "Wijdan û Edaletê" yên ku HDP'ê li dijî bêhiqûqiya li Tirkiyeyê da destpêkirin û anî ziman, ku li 7 herêmên diyarkirî çalakiyên rûniştinê hatin kirin û niha jî beşa duyemîn a kampanyayê bi mîtîngan dewam dike.

Ozgen işaret bi zext û zordariya piştî 15'ê Tîrmehê rû dan kir û got, "bi biryarnameyan, sirgûnan û Rewşa Awarte re bi rastî jî demokrasî hatiye betalkirin û pêşî li faşîzmê hatiye vekirin.

Ozgen da zanîn, HDP'ê dest bi pêngava demokrasiyê kiriye û diyar kir, qonaxa duyemîn a pêngavê mîtîng in û ew bi Amedê van mîtîngan didomîne. Ozgen ragihand, ku ji bo mîtîngê wan destûr ji walîtiyê girtine û got, "Mîtînga me wê roja Yekşemê saet di 15:00 de dest pê bike û saet di 18:00 de biqede. Ji çar cihan wê gel derbasî qada mîtîngê bibe. Li ber van her çar dderiyan wê hevalên me jî hebin. Hem komîteya amadekar, hem jî hevalên me yên ji partiyê wê bi erka ewlekariyê rabin. Der barê ewlekariyê de bi walîtî û emniyetê şewirîne. Heta niha pirsgirêkek cidî derneketiye pêşiya me. Di mîtîngê de wê hunermend û mêvanên surprîz hebin."

Ozgen destnîşankir, ku mîtînga HDP'ê wê bibe mîtînga her kesên mexdûr û bindest û got, "Em bawerin ev mîtîng wê bibe mîtînga her kesên ku destûr nayê dayin dengê xwe bidin bihîstin. Em bawerin wê mîtîng bibe mîtîngeke bi coş û bê pirsgirêk."

Ozgen bang li her kesî kir, ku tevlî mîtînga li Amedê ya roja Yekşemê bibin.