BI DÎMEN

Ambargoya Şamê dewam dike

Hikûmeta Şamê di zivistana 2023'yan de nehişt sotemenî derbasî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibe. Niha jî nahêle qumaş derbasî kargeh û febrîqeyan bibe.

LI HELEBÊ AMBARGO

Her du taxên Kurdan ên li Helebê piştî dagirkirina Efrînê bê navber rastî ambargoya hikûmeta Şamê tên. Atolye û kargehên ku derfetên kar ji 15 hezar kesî re peyda dikin, ji ber ambargoyê hatine rewşeke wisa ku nekaribin bixebitin.

Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê nifûsa xwe zêdeyî 200 hezarî ye. Weke 7 meclîs û 89 komînên xweser ên jinan û giştî xwe bi rêxistin dike. Cîgira Meclîsa Giştî ya Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Arîn Henan û Endamê Meclîsa Giştî ya Partiyıa Yekîtiya Demokratîk (PYD) Emîn Elîko der barê ambargoyê de ji ANF’ê re axivîn.

ARMANC ŞIKANDINA ÎRADEYÊ YE

Emîn Elîko, bi bîr xist ku piştî dagirkirina Efrînê ambargo li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatiye danîn û got, "Yekane tişta hatiye guhertin, rêbaza bicihanîna ambargoyê ye. Hin ji komên biçûk ên girêdayî hikûmeta Şamê ambargoyê hêsan dikin, hinek jî tundtir dikin. Di nava xwe de pevguhertinê dikin. Di encamê de hemû temsîla heman zîhniyetê dikin. Bi armanca şikandina îradeya şêniyan e. Ev zîhniyeta ku hewl dide moral û motîvasyonê jî bişikîne, armanc dike ku baweriya bi Rêveberiya Xweser kêm bike."

ME BI BIRÇÎBÛNÊ DICERIBÎNIN

Emîn Elîko, bal kişan ser aliyên siyasî, civakî û aborî yên ambargoyê û wiha domand, "Ji bo aboriya li taxa ku zêdetirî 200 hezar kes lê dijîn hilweşînin, çi ji destê wan tê dikin. Ev mirov bi keda xwe debara xwe dikin. Ev ked jî bi rêya atolyeyên li taxê tê dayîn. Li taxê hezar atolye û kargeh hene. Destûr nayê dayîn ku qumaşên hewce derbasî atolyeyan bibin. Di van atolye û kargehan de nêzî 15 hezar kes dixebitin. Eger her kes herî kêm çar zarokên xwe hebe, ev tê wateya ku bi nanê 60 hezar kes tê lîstin. Ambargoya hatiye ferzkirin, birçî û tî hiştin e. Zarokek ji şîr û nexweşekî derman bêpar dikin.

DERMAN LI DERMANXANEYAN NAYÊ PEYDAKIRIN

Li taxê nexweşxaneyeke me heye ku xizmetê ji gel re dike. Lê belê pêdiviyên nexweşxaneyê nikarin bên peydakirin, derman û oksîjen nikare bê peydakirin. Hûn biçin kîjan dermanxaneyê taxê, hûn nekarin hin dermanên ku dixwazin bi dest bixin, lê li bajarê Helebê ku li rex me ye ev derman tê peydakirin. Sedema nedîtina van dermanan jî ew e ku li bendên kontrolê yên hikûmeta Şamê dest datînin ser van dermanan an jî nahêlin derbas bibin.

ŞAM HEWL DIDE BIDE KOÇKIRIN

Tevî ku mirovên li taxê dijîn dizanin ku ew Sûriyeyî ne jî, rastî van astengiyan tên. Mixabin kesên li rex me jî ji xwe re dibêjin Sûriyeyî. Yanî polîtîkaya tê meşandin polîtîkaya parçekirin û koçberkirinê ye. Mîna ku ne bes bû dijmin xaka me dagir bike, hikûmeta Şamê bi siyaseta xwe alîkariyê dide dijmin. Dijmin bi dagirkeriyê re gel dane koçberkirin û hikûmeta Şamê jî bi ambargoyê hewl dide wan bide koç kirin. Yan di navbera wan de muzakere û lihevkirinek heye, yan jî nêzîkatiyeke li ser esasê hevsengiyê tê kirin."

DIVÊ ŞAM DEMOKRASIYÊ TERCÎH BIKE

Elîko, destnîşan kir ku divê hikûmeta Şamê li şûna ambargoyê demokrasiyê tercîh bike û wiha pê de çû, "Li şûna ku gelên Sûriyeyê biçewisînin; divê avakirina Sûriyeke nenavendî li ser bingeha demokrasî, edalet û wekheviyê hilbijêre."

AMBARGO JIYANÊ FELÇ DIKE

Her wiha Arîn Henan, jî bi bîr xist ku derbasbûna mazotê û kelûpelên tenduristiyê jî di demsala zivistanê de tê astengkirin û wiha got, "Hejmara zarokên biçûk û kesên temenmezin zêde ye. Peydakirina şîr pirsgirêkeke mezin e. Dermanên ku mirovên bi nexweşiyên kronîk bi rêk û pêk bi kar tînin hene. Carnan ev nexweş bi mehan nikarin van dermanan bi dest bixin. Em bi hikûmeteke ku li hemberî gelê xwe siyaseta qirêj dimeşîne re rû bi rû ne. Eger hikûmeteke ku xema gelê xwe rakiriba, rewşa Sûriyê dê ne bi vî rengî bûya. Di bin ambargoyê de derfetên hilberîn û projeyê pir kêm in. Her wiha afirandina şert û mercên kar jî gelekî zehmet e."