Amadekariyên ji bo serdema piştî DAIŞ'ê dest pê kirine

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn diyar kir, bi şikandina hêza DAIŞ'ê re nakokiyên hatibûn nixumandin ji nû ve der dibin û destnîşan kir, ku hêzên herêmî û navneteweyî dest bi amadekariya serdema piştî DAIŞ'ê kirine.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn, di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe ya li gel rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de, hevsengiyên nû yên piştî DAIŞ'ê û polîtîkaya hêzên navneteweyî ya têkildarî Kurdan nirxand.

NÊZÎKATIYA RÛSYAYÊ YA LI SÛRIYEYÊ

Altûn di destpêkê de bal kişand ser rol û nêzîkatiya Rûsyayê ya li Sûriyeyê û bi bîr xist, ku Rûsya bi banga Sûriyeyê li herêmê bi cih bûye.

Altûn got, ya ku Rûsya dixwaze bike ew e ku sîstema netewe dewletê ya berê ya Sûriyeyê ji nû ve ava bike, mûxalefetê têk bibe, ya jî li derveyî sîstemê bihêle û netewe-dewleta li Sûriyeyê ji nû ve ava bike.

Altûn anî ziman, ji ber hebûna gelek hêzên navneteweyî ya li herêmê, pozîsyona Sûriyeyê gelekî qels e û got, "Ji ber vê yekê her tişt li gorî dilê wê nameşe. Bi hêzên êrîşî rejîmê dikin re yekser şer dike, lê bi yên dikarin bi rejîmê re jî li hev bikin, bi nêzîkatiyên siyasî û dîplomatîk hewl dide li ser xetekê bihêle û bi vî rengî rejîmê rizgar bike."

BI GEF Û TAKTÎKÊN ERZAN, KURD JI XETA XWE VENAGERIN

Riza Altûn destnîşan kir, ku nêrîna Rûsyayê ya li Kurdan 'dijminane' nîne, lê belê gelekî pozîtîf jî nîne. Altûn ev nirxandin kir: "Heta jê tê hewl dide di berdêla mafên erzan de Kurdan entegreyî rejîmê bike û bike rejîm karibe xwe li ser îfade bike. Gava ku vê siyasetê dike, hin hêzan jî bi kar tîne. Ji aliyekî ve bi rêya Tirkan gefê dixwe, timî derfetan dide Tirkan û bi tirsa wan hewl dide Kurdan bi rejîmê ve girê bide. Lê belê, ji ber ku Kurdên li Rojava vê yekê qebûl nakin, encama ku dixwaze nikare bi dest bixe. Yanî, Kurdên li wê derê ne bi tirsa Tirkiyeyê ji xeta xwe vedigerin, ne jî bi taktîkên erzan xwe nêzî rejîmê dikin. Projeya Kurdan heye. Sûriyeya Federal a Demokratîk û Federasyona Bakurê Sûriyeyê pêngaveke girîng e."

Altûn da xuyakirin, ku zêde ne diyar e bê Rûsya di polîtîkaya têkildarî Kurdan de bi rastî jî çi dixwaze û wiha dewam kir: "Li ser statuya Kurdan a li nava sîstema Sûriyeyê tiştekî zelal negot. Ku li Astanayê jî encamên vê derkete holê. Li Astanayê kete nava nêzîkatiyeke welê ku tenê Îran, Tirkiye û mûxalefeta din esas girt û Kurd ji mûxalefetê jî nehesiband. Li gel vê polîtîkaya xwe, her wiha naxwaze Tirk bi rengekî bê sînor li Rojava serdest bin. Heta jê tê hewl dide Kurdan ber bi rejîmê ve bikişîne, dema ku vê bi ser naxîne, heta cihekî rê dide Tirkan ku dest li Sûriyeyê werde. Eger Tirkiye piştî Cerablûs û El Babê bikeve Efrîn û Şehbayê, ji xwe wê çaxê wê ya ku DAIŞ'ê û El Nûsrayê nekarî bike, kiribe. Eger bi vî rengî bibe, ji xwe hegemonya serweriyê ya li Sûriyeyê namîne. Di encama vê de jî, hem polîtîkaya rejîma Sûriyeyê, hem jî ya Rûsyayê têk diçe. Ji bo ev nebe, zehmet e ku Rûsya gelek derfetan bide Tirkiyeyê. Ev rewş dibe ku bibe nuqteyeke tevgereke hevpar a bi Kurdan re. Qet nebe, dikare bikeve nava hin tifaq û têkiliyan ku êrîşên Tirkiyeyê bi sînor bike. Di siyaseta rojane û têkiliyên dîplomatîk de, timî polîtîkaya entegreyê esas digire. Lê belê li Rojava zanebûn û seknek li hemberî vê yekê heye."

LI SÛRIYEYÊ REJÎM, HÊZÊN QSD, AMERÎKA Û RÛSYA WEKE AKTORÊN BINGEHÎN MAN E

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn bi bîr xist, ku demeke dirêj e li Sûriyeyê şerekî giran heye, lê di heman demê de lêgerîn jî derdikevin holê û got, "Şerê li Sûriyeyê hinekî sar dibe. Bi taybetî bi qelsbûn û têkoşîna DAIŞ'ê re, ew hêzên ku navê mûxalefetê li wan dikin li cihekî hatin komkirin, El Nûsra û tevgerên mîna wê li nava xwe qurcifîn û mûxalefeta berê bi destê Sûîdiyan hate tasfiyekirin. Ev yek wê bandorê li rewşa ji niha û pê ve bike. Rewşeke welê derdikeve holê ku rejîma Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Amerîka û Rûsya aktorên sereke ne. Mîna berê bi sedan rêxistinên îdeolojîk polîtîk û şerekî ji ber van rêxistinan diqewime, nîne. Di nava vê pêvajoya krîzê û şer de, gelek hêz hatin tasfiyekirin, hatin kontrolkirin. DAIŞ hat têkbirin, şikest. Piştî vê têkçûnê nema dikare veguhere hêzeke mezin a karibe êrîşê bike. El Nûsra jî di bin kontrolê de ye. Çeteyên din ên biçûk di bin kontrola Qatar, Siûdiyan û Tirkiyeyê de ne. Ew jî birin Îdlibê."

EV HÊZÊN BINGEHÎN YA WÊ BIKEVIN NAVA ŞEREKÎ MEZIN, YA JÎ WÊ HEWL BIDIN LI HEV BIKIN

Altûn got, "Tabloyeke bi vî rengî derdikeve holê: Li ser rûyê erdê êdî Rûsya, Amerîka, bi qismî Tirkiye, Îran, hêzên rejîmê û QSD hene. Ev hêz ya wê li Sûriyeyê bikevin nava şerekî mezin (ku eger ev hemû hêz bi hev re şer bikin wê encameke ne diyar bi xwe re bîne), ya jî ev hêzên navborî wê heta astekê bikevin nava lêgerîna lihevkirinê."

ÊDÎ TI WATEYA ASTANA Û CENEVRE NEMA YE

Altûn destnîşan kir, ku xuya ye ev hêz ji aliyekî ve li hev nakin, lê li aliyê din xwe ji şer jî vedigirin. Altûn got, "Nîşan didin ku ji bo lihevkirinê di nava hin hewldanan de ne. Di hevdîtin û danûstandinên beriya niha de encamek derneket holê. Ne li Astana, ne jî li Cenevreyê encamek derneket holê. Ji ber ku mijarên bingehîn ên Astana û Cenevreyê tasfiye bûn. Yên li Astanayê dihatin temsîlkirin hemû têk çûn, ji dewreyê derketin. Di rewşa heyî de êdî wateya Cenevreyê jî nema ye. Wateya Astana jî nema ye. Hêzên li Astanayê hatin qebûlkirin têk çûn. Hemû di bin kontrola Tirkiyeyê de ne. Ketine rewşeke welê ku Tirkiye bûye berdevkê wan. Ji bilî vê mûxalefet nîne. Hêzên QSD'ê ku dikare weke mûxalefetê bê dîtin, ji xwe li wan cihan nayê qebûlkirin."

DIVÊ REWŞEKE NÛ DERKEVE HOLÊ

Riza Altûn diyar kir, ku divê êdî rewşeke nû derkeve holê û ev tespît kir: "Di çareseriya meseleya Sûriyeyê de pêwîstî bi lêgerînên nû heye. Di rûdana van lêgerînên nû de gotineke giştî ya weke 'Rojhilatê Firatê û Rojavayê Firatê' tê bikaranîn. Li aliyekî Amerîka û hêzên QSD'ê lê gelekî bi bandor in, li aliyê din jî rejîm, Rûsya, Tirkiye û Îran lê hene. Li ser xeteke bi vî rengî ya sînor li hev hatibe kirin jî, ev lihevkirin ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyeyê weke gava destpêkê hatiye nirxandin. Di vir de ya wê rastiyeke Sûriyeyê ya ber bi çareseriya siyasî ve diçe derkeve holê, ya jî wê şer di asteke cuda de ji nû ve dest pê bike. Dema mirov li pratîkê dinerin; ji hevdîtinên navbera Amerîka û Rûsyayê şopên vê yekê tên dîtin. Lê belê car carna krîz kûr dibe û gefên welê tên xwarin, ku dikarin veguherin şer.

DIBE KU KRÎZA ROJHILATA NAVÎN JI NÛ VE DERBASÎ NAVA IRAQÊ BIBE

Ji vê derê dixwazim encameke wiha derxînim holê: Eger pêvajoyeke bi vî rengî dest pê bike, eger şerê li Sûriyeyê sist bibe, wê şer ji vê derê derbasî Iraqê bibe. Ji xwe hin hêzên DAIŞ'ê ji Sûriyeyê ber bi Iraqê ve hatine şandin. Eger polîtîkayeke Amerîkayê têkildarî Îranê hebe, dibe ku Iraq ji nû ve bibe navenda şer. Eger şer derbasî nava Iraqê bibe, bi rastî jî dewletên herêmê û hêzên navneteweyî bi awayekî cidî li Iraqê dikarin bên hemberî hev. Yanî krîza li Rojhilata Navîn dibe ku ji nû ve derbasî nava axa Iraqê bibe. Û ev krîz dikare Iraqê ji nû ve bixe nava şer."

DI KRÎZA ROJHILATA NAVÎN DE ROLA MESELEYA KURD DIYARKER E

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn di dewama hevpeyvînê de bal kişand rewşa Kurdan û rola girîng a meseleya Kurd di nava krîza Rojhilata Navîn de û got, "Krîza heyî li gelemperiya Rojhilata Navîn geriya û li çar parçeyên Kurdistanê sekinî. Ev yek rewşeke girîng e. Krîza Rojhilata Navîn belasebep li Tûnis, Lîbya, Misir û welatên Kendavê derbas bûn û li Sûriye, Tirkiye, Iraq û Îranê nesekinî. Ev yek tê wê wateyê, ku di krîza Rojhilata Navîn de rola meseleya Kurd gelekî girîng e. Ji ber vê rola diyarker a meseleya Kurd rewşeke bi vî rengî heye. Ev krîz ewçend bingehîn û kûr e, ku ji encamên heyî dikare bê dîtin, ku eger neyê çareserkirin dikare li her derê belav bibe û rê li ber xisarên mezin veke. Sûriye mînaka şênber a vê rastiyê ye. Çima Sûriyeyê mîna Misrê nekarî vê krîzê ji ser xwe biavêje? Çima mîna Lîbya û Tûnisê nekarî vê krîzê ji ser xwe biavêje? Mîna welatên Kendavê çima nekarî ji ser xwe biavêje? Krîz li wê derê ji xafil ve dest pê kir û ji roja dest pê kiriye heta îro her giran dibe. Krîza Iraqê, çima piştî Seddam dike nake çareser nabe? Heta ku nêzîkatiyeke rast li meseleya Kurd neyê nîşandan, ne pêkan e ku krîza li Rojhilata Navîn çareser bibe."

KESÎ KURD NEXIST ROJEVÊ, KURDAN BI TÊKOŞÎNA XWE XWE XISTIN ROJEVÊ

Altûn bi bîr xist, ku Tirkiye xwe nade ber çareseriya pirsgirêka Kurd, Îran xwe nade ber çareseriya pirsgirêka Kurd, Sûriye, bi piştgiriya ji hin hêzên navneteweyî digire re xwe nade ber çareseriya pirsgirêka Kurd û got, "Tevî ku hilweşiya ye û têk çûye, xwe nade ber çareseriya meseleya Kurd. Ji ber ku hêzên navneteweyî pêşniyarek ji bo çareseriyê pêşkêş nakin, ji ber ku dewletên herêmî destê wan ji hegemonya wan nabe, ya jî naxwazin hegemonya xwe parve bikin, çareseriyek dernakeve holê. Dema rewş bi vî rengî be, çi derdikeve holê? Ji bilî çareseriya Kurdan bi destê Kurdan, ti alternatîf namîne. Eger îro Kurd ketibin rojevê, ev yek bi desteka ti hêzê nebûye. Ya jî bi modela çareseriyê ya hêzekê nebûye. Kesî Kurd nexist rojevê. Kurdan bi têkoşîna xwe xwe xistin rojevê.

ÇARESERIYA KURDAN BI DESTÊ KURDAN E

Wê çaxê ev encam derdikeve holê: Hem hêzên navneteweyî hem jî hêzên herêmî, di mijara krîza Rojhilata Navîn de ti niyeta wan a gavek ji bo çareseriya meseleya Kurd nîne. Lê belê Kurdan bi rola xwe ya di nava vê krîzê de û bi têkoşîna xwe re, xwe xistine rojevê û bûne hêzeke cidî. Wê wextê, ya divê bê kirin ew e ku Kurd ji bo yekparebûna Kurdistanê bibin xwedî nêrîneke rast, siyaseteke aqilane ya ku ji bo hemû parçeyan statuyekê destnîşan bike esas bigirin û çareseriya xwe bi xwe biafirînin. Eger nikaribin vê çareseriyê baifirînin, divê ne li bendê bin ku hêzên navneteweyî û herêmê çareseriyekê ji wan re derxînin holê."

Altûn destnîşan kir, ku divê Kurd pişta xwe bi hêzên navneteweyî û herêmî germ nekin, zêde nekevin nava bendewariyan, projeya yekparebûna yekîtiya Kurdistanê destnîşan bikin û ji bo gelemperiya Kurdistanê modelên xwe yên çareseriyê deynin holê û li cîhanê statuyeke xwe ava bikin. 

Altûn got, ev yek ancax ji aliyê Kurdan ve dikare bê kirin û hişyarî da, ku eger nêzîkatiyeke bi vî rengî neyê nîşandan, xeterî her tim heye ku Kurd bibin qurbanê hêzên cuda yên herêmî.