Alî Çîçek li ser gora xwe hate bibîranîn

Alî Çîçek ku li Girtîgeha  Amedê berxwedaniyeke mezin kirî û di rojiya mirinê de şehîd bûyî û hevalên wî li Amedê hatin bibîranîn.

Komeleya 78'an a Amedê Alî Çîçek ku 14'ê Tîrmeha 1982'an li li dijî nêzîktêdayinên Girtîgeha Amedê di rojiya mirinê de şehîd bûyî li ser gora wî bi bîr anî. Dema bîranînê wekîlên Partiya Demokratîk a  Gelan (HDP) Mûsa Farisogullari, Remziye Tosûn, Salîha Aydenîz û rêveberên HDP'ê û DPB'ê jî hazir bûn.

ALKAN: BILA DAXWAZA GIRTIYAN WERE QEBÛLKIRIN

Serokê Komeya 78'an Ganî Alkan li ser gora Çîçek axivî û got, ''Alî Çîçek hevalê me yê rê bû. Mîrateya ku hiştî li zindana Amedê îro gihaye bi hezaran kesî. Îro bi pêşengiya Leyla Guven ev 7 meh in greva birçîbûnê didome. Bila daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne, werin qebûlkirin.''

''PARÊZER DIVÊ RÊZDAR OCALAN BIBÎNIN'

Farisogullarî jî got Alî Çîçek û hevalên wî ji bo hebûna gel û dahatuya gel berxwedaniyeke mezin dan û berxwedan îro jî didome. Farisogullarî got, ''Ên ku ketin greva birçîbûnê bûne dengê Leyla. Li girtîgehên Tirkiyê bi hezaran mirov di greva birçîbûnê de ne. Wezîrê Dadê beriya bi 2 rojan daxuyanî da. Di pratîkê de ev bi cih nehat. Dîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nikare bi parêzerên xwe re hev bibîne. Ez bang li hemû rayedaran dikim. Dawî li vê nehiqûqiyê bînin. Bila parêzer Rêzdar Ocalan bibînin. Dewlet peywira xwe bi cih bîne.''