Aktivîstên şandeya aştiyê vegeriyan Elmanyayê

Endamên Delegasyona Aştiyê ku li dijî êrîşên dagirker ên Tirk çûbûn Başûrê Kurdistanê vegeriyan Elmanyayê.

Koma pêşî ya aktivîstên şandeya aştiyê ku ji bo êrîşên dagirker ên artêşa Tirk ê li ser Başûrê Kurdistanê rawestînin û pêşî li komkujiyeke pêkan bigirin çûbûn Hewlêrê vegeriyan Elmanyayê.

Meclîsên herêmê yên Dusseldorfê û Kurdistaniyan bi coşiyeke mezin pêşwazî li aktivîstan kirin ku saet 13:30'an daketin Balafirxneya Dusseldorfê. Aktivîstan behsa zor û zehmetiyên xwe kirin ku li Başûrê Kurdistanê hate serê wan.

Koma duyan a delegayona aştiyê îşev saet 19:30'an wê were Balafirxaneya Dusseldorfê. Ji bo pêşwazîkirina girseyî bang hate kirin ku gel biçe balafirxaneyê.