Aktîvîstên gihîştin Kurdistanê: Nedibû em bêdeng biman

Endamên heyeta aştiyê, ku li gel astengiyên Elmanya û PDK'ê gihîştin Başûrê Kurdistanê, bang kirin; "Piştgiriyê bidin têkoşîna me ya aştiyê."

Ji bo balê bikişînin ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û bi armanca pêşîgirtina li şerekî gengaz ê navbera hêzên Kurdan, 150 aktîvîstên ji Delegasyona Navneteweyî ya ji bo Aştî û Azadiyê ya li Kurdistanê, roja Înê ji welatên cuda yên Ewropayê bi rê ketin.

Endamên delegasyonê ku akademîsyen, siyasetmedar, hunermend, rojnamevan û komên alîgirê dij bi şer jî hene, hin ji wan li gel astengiya Elmanya û PDK'ê jî xwe gihandin Başûrê Kurdistanê. Aktîvîstên aştiyê bi dîmen peyam weşandin û qalê kirin bê çima hatine Kurdistanê.

AKTÎVÎSTÊN JIN BANGA PIŞTGIRIYÊ KIRIN

4 aktîvîstên jin ên tevgera femînîst a bi navê 'Gemeinsam kaempfen' (Têkoşîna hevpar) û Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (Cenî) peyamek bi dîmen weşandin û behsa girîngiya têkoşîna jinan a ji bo aştiyê kirin. Jinan diyar kirin ku ji bo pêşî li şerekî gengaz ê navbera hêzên Kurdan bigirin hatine herêmê û destnîşan kirin ku ji bo aktîvîstên femînîst sekna rabûna li ber şer gelekî girîng e. Jinan ragihandin ku mexdûrê herî mezin ê şer jin e û ji bo têkoşîna hevpar bang kirin.

Du aktîvîstên jin ên bi navê Marlene û Franzî jî di peyamê de diyar kirin ku dewleta Tirk di şerê li herêmê de bikaranîna çeka kîmyewî jî di nav de bi her awayî sûcên şer kiriye. Aktîvîstan bi bîr xistin ku Heyeta Desteya Zanistiyê ya Meclîsa Federal a Elman mehên derbasbûyî şerê dewleta Tirk weke 'dijberiya li hiqûqa navneteweyî' pênase kir, lê tevî vê yekê jî hikumeta Elman xwe bêdeng dike û gotin, "Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe em ne ew mirov in ku li pêşberî van sûcan bêdeng bimînin."

'NEPÊKAN BÛ KU EM LI HEMBERÎ VÎ ŞERÎ BÊDENG BIMAN'

Aktîvîstên rêxistina ciwanan a Ciwanên Çep (links jugend-solid) jî ragihand ku dewleta Tirk a endamê NATO'yê ye zêdeyî meheke bombeyan li xaka Başûrê Kurdistanê dibarîne û hiqûqa navneteweyî binpê dike. Aktîvîstan diyar kirin ku bombe li gundan tên barandin, sivîl tên qetilkirin û gotin, "Sûcê şer li vê herêmê weke parçeyek ji jiyana rojane her roj tê kirin. Nepêkan bû ku li hemberî vê yekê em bêdeng biman."

'BI ÇEKÊN ELMAN SÛCÊ ŞER TÊ KIRIN'

Aktîvîstên aştiyê yên kampanya "Rheinmetalll Entwaffnnen" jî têkildarî sûcên şer ên dewleta Tirk axivîn, "Ev sûc bi çekên Elman têne kirin. Ji ber vê yekê me nexwest ku bêdeng bimîne. Em alîgirê wê ne ku li hemû parçeyên Kurdistanê şer bi dawî bibe û gelê Kurd di nava aştişyê de bijî. Ji ber vê yekê em hatin vê derê û me xwest dengê bilind bikin."