AKP û qeyûm derewa 'Perwerdehiya bi Kurdî' dikin

AKP û qeyûm ku li Wanê navê Kurdî Perperok rakirî û perwerdehiya Kurdî qedexe kirî niha jî di reklama hilbijartinê de, bi çarçoweya şaredariyê propagandaya wê dike ku perwerdehiya Kurdî û Tirkî didin.

AKP û qeyûm ku li Wanê navê Kurdî ya Perperok, ku dema Şaredariya Mezin a Wanê DBP'ê hatî vekirin, rakirî û perwerdehiya Kurdî qedexe kirî niha jî di reklama hilbijartinê de, bi çarçoweya şaredariyê propagandaya wê dike ku perwerdehiya Kurdî û Tirkî didin. Qeyûmê ku hatî ser Şaredariya Mezin a Wanê, navê kreşa Kurdî Perporok ku perwerdehiya bi Kurdî dida, rakir, navê wê kire ''Çocuk Kreşi'', perwerdehiya Kurdî qedexe kir û perwerde kire Tirkî.

Li Perpoerokê, Krêşa Kurdî bi sedan zarokî perwerdehî dît. Kreş bê pere bû, gelê Wanê pir bala xwe da ser Perperokê. Bi kreşa pêşî ya Kurdî ku Şaredariya Mezin ava kiribû, cara pêşî zarokên Kurd perwerdehiya bi Kurdî didîtin.

DEWLET JI KURDÎ TIRSIYA

Gelê Kurd her ku diçû bala xwe zêdetir ea ser krêşên Kurdî. Li navçeyên Wanê û li herêma Serhedê li pey hev di bin banê şaredariya DBP'ê de gelek krêşên Kurdî hatin vekirin. Ji bo ku li Kurdistanê perwerdehiya bi Kurdî berbelav bû dewleta Tirk çavreşî avête ser Kurdî û ji Kurdî tirsiya.

Bi vê tirsê re piştî ku qeyûm Şaredariya Wanê dagir kir, gava pêşî ya qeyûmê dagirker ew bû ku navê Kurdî yê krêşê Perperokê û perwerdehiya bi Kurdî qedexe bike. Navê Perperokê kirin ''Çocuk Kreşi''. Li şûna Kurdî perwerdehiya bi Tirkî dan. Krêşa ku bê pere bû kirin bi pereyan.

GEL LI DIJÎ DEREWÊN AKP'Ê HELWEST NÎŞAN DA

Namzetê şaredariyê yê AKP'ê yê Wanê li ser kreşa Perperokê, ku navê wê û perwerdehiya bi Kurdî lê qedexe kirin propaganda dike, bi klîba ku ji bo propagandayê hazir kirî tê gotin li krêşê perwerdehiya Kurdî û Tirkî didan.

Malbatên zarokên ku berê diçûne krêşê li dijî qeyûm û AKP'ê helwest nîşan dan û gotin, ev 2 sal in li krêşê Kurdî qedexe ye, hişmendiya ku Kurdî qedexe kiriye, bi hilbijartinan serî li derewan kiriye.