AKP têkilî Ahmet Turk îtîrazeke gosirmet kir

AKP'ê derbarê Hevşaredarê Şaredariya Mezin a HDP'ê ya Mêrdîn Ahmet Turk îtîrazeke gosirmet kir.

Rêxistina AKP’ê ya Mêrdînê vê carê jî bi daxwaznameyek gosirmet ji bo mazbata nedin Hevşaredar Ahmet Turk serî li Desteya Bilind a Hilbijartinê da û got: “Ahmet Turk ne BHQ’yî be jî çalakiyên wî di çarçoveya BHQ’ê de ne.” 
 
Di hilbijartina xwecihî de Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Mêrdînê Ahmet Turk bi ferqek mezin hilbijartin bi dest xist û bû Hevserokê Şaredariya Mêrdînê. Ji bo mazbata nedin Ahmet Turk, Rêxistina AKP’ê ya Mêrdînê serî li rêbazên sosret dide. AKP ya Mêrdînê bi daxwaznameyek gosirmet îtîrazî mazbataya Ahmet Turk kir û serî li Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da. Di daxwaznameya AKP'ê de hat bibîrxistin ku Ahmet Turk di 16’ê mijdara 2016’an de, Wezareta Karê Hundir ew ji peywîrê girtiye û xwedîgravî heke Turk mazbata werbigire û dest bi kar bike wê astengiyan bîne. AKP’ê di daxwaznameya xwe de xwest mazbatayê di şûna Ahmet Turk de bidin Namzetê AKP’ê yê Mêrdînê Vejdî Kahraman. 
 
GOSIRMETIYA NEDÎTÎ
 
AKP’ê di daxwaznameya xwe ya seyr de wiha didomîne: “Her çiqas Ahmet Turk bi BHQ’yiyên hejmara 692 û 697’an ji kar hatibe dûrkirin jî lê çalakiyên wî di çarçoveya van BHQ’yiyan de ne. Eşkere ye ku têkiliya Ahmet Turk bi rêxistina terorê re heye. Ji ber tenduristiya wî nebaş bû hat berdan. Eşkere ye ku niha rewşa tenduristiya wî baş e û divê bişînin girtîgehê.” 
 
'DIVÊ HER KES XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ DERKEVE’ 
 
Şêwirmendê Ahmet Turk, Enver Ete li dijî vê rewşê bertek nîşan da û got: “AKP van hêcetên ewqas dûrî aqil ji kû dibîne, me fêm nekiriye. Bi hêcetên dûrî aqil îtîraz dike. Serdemek wiha şepirze tu demê pêk nehatibû. Yanî eşkere ango vekirî bêjin em encamên hilbijartinê qebûl nakin. Wê bêtir li gorî aqil be. Ne hewceye hêcetan jî bînin. Lê radibin û dibêjin ‘çalakiyên wî BHQ ne û extiyar e.’ Em naxwazin bawer bikin ku yên van hêcetên îtîrazê amade dikin hiqûqnas bin. Em li bendê ne ku pêvajo temam bibe. Tirkiye niha têkoşînek mezin a demokrasiyê dide. Jixwe em dibînin ku hiqûq li holê nemaye. Divê her kes xwedî li vê têkoşîna demokrasiyê derkeve û wisa tevger bike.”