‘AKP li gorî rêjeya dengan xizmetê dike’

Nûnerên partiyên siyasî û yên saziyê civakî yên sivîl nerazîbûn nîşan dan ku çima Wan wekî herêma bobelatê nayê îlankirin. Nûner û saziyan diyar kirin ku AKP li gorî rêjeya dengan xizmetê dike.

Li navçeyên Elbax, Qelqelî, Erdîş û Ebex ên Wanê di meha Tebaxê de ji ber lehiyê nêzî du hezar pez û dewar miribûn û 400 mal jî di bin avê de mabûn. Piştî vê bobelata lehiyê ya ku rê li ber mexdûriyeteke mezin vekir, rayedarên hikumetê yên ku divê mudaxeleyeke lezgîn bikirina, dema çûn serdana van deran jî gotin ‘Biçin bila HDP alîkariyê bide we, ji ber ku hûn dengê xwe didin wan’ û di bobelata xwezayî de jî helwesteke siyasî nîşan dan. Ji bo alîkariyê jî şertê dengdanê danîn holê.

Dema navçeyên Wanê ji ber lehiyê li ber xwe ida, li bajarê Rîzeyê ya Tirkiyeyê jî lehî rabû. Di vê lehiyê de 6 kes mirin û xisareke mezin pêk hat. Hikumeta AKP’ê bi lezgînî xwe gihand Rîzeyê û îlan kir ku ev der êdî herêma bobelatê ye. Li Wanê dema ku di erdhejê de 644 kes miribûn jî AKP’ê ev der bi navê herêma bobelatê îlan nekiribû û dema ku gelê Wanê xwest ji ber lehiyê bila Wan jî bibe herêma bobelatê, rayedaran diyar kirin ‘Li Wanê kes nemiriye’ Ji bo ku herêmek bibe herêma bobelatê ne hewce ye kes li wir bimire. Sala borî dema li Xarpêt û Elbakê di erdhejê de gelek kes miribûn jî, heman helwest nîşan dabû û diyar kiribû ne hewce ye ew der bibe herêma bobelatê.

Nûnerên partiyên siyasî û yên saziyên civakî yên sivîl vê polîtîkaya cihêkar a AKP û MHP’ê nirxandin û diyar kirin ku AKP li gorî dengên di hilbijartinê de nêz dibe û vî tiştî bi awayekî zelal dike.

GEL TÊ CEZAKIRIN

Daştan Şîmşek a ku li Elbakê demeke dirêj siyaset kiriye, diyar kir sedema vî tiştî ev e HDP’ê li Elbakê ji sedî 90 deng stendiye. Şîmşek got “Cihêkariyeke polîtîk heye. Di biryara herêma bobelatê jî tê de, mirov dikare di gelek qadan de bibîne. Deriyê me yê sînor hebû, ew der girtin. Sala borî erd hejiya, mirov mirin, îsal lehî rabû lê ev der nekirin herêma bobelatê. Dema ku em li bajarên li rojava dinihêrin jî, di bobelateke biçûk de wê derê dikin herêma bobelatê. Ev cihêkariyeke siyasî ye.”

TEKANE SEDEM CIHÊKARÎ YE

Yek ji navçeya ku lehiyê xisar lê çekiriye jî navçeya Ebexê ye ya ku Şefîk Ensarî’yê AKP’yî ew der desteser kiriye. Hevşaredarê Ebexê Farûk Demîr diyar kir ku polîtîkaya hikumetê di bobelata lehiyê de jî xwe dide der û got “Li her dera Tirkiyeyê bobelatên xwezayî hene. Li herêmên din îlankirina herêmên bobelatê rast e lê gelo çima li Wanê yan jî li bajarên din ên herêmê ev biryar nayê dayîn. Li ku dera Tirkiyeyê bobelatek çêdibe, em HDP diçin wir. Lê mixabin desthilatdariya siyasî wisa nêz nabe, li gorî etnîsîteyê nêz dibe. Me ev tişt di erdhejên Wan û Elbakê de jî dît. Endamê Desteya Rêveberiyê ya Navendî ya AKP’ê Osman Nûrî Gulaçar di dema bobelata lehiyê de dema çû gundan, ji gel re gotiye ‘Heke hûn dengê xwe bidin HDP’ê, wê wisa bibe. Bila HDP were alîkariyê bide we’.

PARLEMENTERA HDP’Ê ORHAN: EM BI GELÊ XWE RE NE

Parlementera HDP’ê ya Wanê Mûazez Orhan Işik jî diyar kir ku divê piştî bobelatên xwezayî divê ev der di warê qanûnî de bibe herêma bobelatê û got “Dema ku ew der wekî herêma bobelatê were îlankirin, gav bi gav xisarên maddî tên çareserkirin û bi vê re hemwelatî dikarin jiyana xwe bi rê ve bibin. Di sala 2011’an de dema ku li Wanê erd hejiya û ev der wekî herêma bobelatê nehate pênasekirin, ev jî siyaseta AKP’ê ya li hemberî herêmê diyar dike. Mirina pezan wekî, mirina zindiyan nabînin. Li gorî wan heke mirov bimirin ev dibe mirina zindiyan. Ev jî nêrîna wan a li xweza û heywanan nîşan dide. Di 10 salên dawîn de gelê Wanê tê cezakirin. Desthilatdarî ya ku nekariye îradeya gel teslîm bistîne, vê carê dixwaze bobelatê ji xwe re bike rant. Nabe ku mirov êş û bobelatan bide ber hev, ev ne tiştekî wijdanî ye. Di navbera Erdîş, Elbak û Rîzeyê de nabe ku cihêkarî were kirin. Li hemû dinyayê krîza îklîmê heye. Derbarê vî tiştî berê jî hişyarî hebû, ji ber ku tevdîr nestendine ev xisar derketine holê. HDP jî wekî berpirsê vî tiştî nîşan didin. Gotinên parlementerên AKP’ê li holê ye. AKP li ser gelê herêmê dixwaze berjewendiyeke siyasî bi dest bixe.

AKP’ê bi polîtîkayên şaş welat rûxandiye. Li rojavayê Tirkiyeyê şewat çêbû, li Behra Reş û Wanê lehî rabû. Li Dêrsim û Şirnexê agir bi daristanan ket. Desthilatdarî nikare pirsgirêkan çareser bike. 2 sal ji ser erdheja Elbakê derbas bûye lê hê jî mal nehatine teslîmkirin. Çareseriyeke mayînde nayê afirandin. Gel terkî qedera xwe kirine. Em jî bi rêya hevgirtina herêmî û ji herêmên din pêdiviyên gelê xwe bi cih tînin.”