AKP’ê peykerê Ehmedê Xanê hilweşand û li şûna wê restorant ava kir!

Li Bazidê li cihê peykerê Ehmedê Xanê ku ji aliyê AKP’ê ve hatibû hilweşandin, restorant hate çêkirin!.

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê peykerê Ehmedê Xanê yê li nava Parka Ehmedê Xanê yê li Caddeya Agiriya Mezin di 22’ê Hezîrana 2017’an de ji aliyê qeymeqam û qeyûmê Bazîdê Ûlaş Akhan ve hatibû hilweşandin.

QEYÛM GOTIBÛ ‘BI ŞAŞITÎ ÇÊBÛ’

Peykerê Fîlozofê Kurd Ehmedê Xanê yê di nava Parka Ehmedê Xanî ya li ser Caddeya Agiriya Mezin a navçeya Bazîda Agiriyê di 22’ê Hezîrana 2017’an de ji aliyê qeymeqam û qeyûmê Bazîdê Ulaş Akhan ve hatibû rûxandin. Qeyûm Akhan piştî peyker rûxand daxuyanî dabû û gotibû: “Ji ber xebatên çêkirina rê û peyarêyê peykerê Ehmedê Xanê ji ber qezayê zirar dît. Ji ber vê yekê xebatkarên me yên şaredariyê peyker ji cihê wê rakirin. Şaredariya me bi heman awayî ji bo peyker li şûna wê danîn siparîş dane û wê di demeke nêz de dîsan deynin cihê wê.”

RESTORANTA QESRÊ

Lê ligel ku salek di ser rakirina peyker re derbas bû jî, peyker dîsa nedanîn cihê wê û li şûna peykerê Ehmedê Xanê “Sara Harman Cafe, Restaurant, Çayxaneya Malbatê” hat avakirin. Înşaata kafeyê ber bi dawî ve diçe û beşek mezin a parkê hate girtin.