AKP'ê komeke din a Afgan anî Wanê

Hikumeta AKP'ê, ku hewl dide Wanê bi Afgan û Kirgizan dagire, komeke din a ji sed kesên Afgan anî otogara Wanê.

Hikumeta AKP'ê koçber û penaberên ku ji herêmên Ozbekîstan, Qirgizîstan Afganîstan û Çeçenistanê tên Tirkiye li Wanê bi cih dike û bi vî rengî hewl dide nexşe û demografiya herêmê xera bike. 

AKP'ê bi hezaran penaberên Afgan, Çerkes, Ozbek û Qirgiz li Wan, Bedlîs, Erzîngan û bajarên Kurdistanê bi cih kir. Beriya niha ANF'ê bi nûçeyên xwe ev yek eşkere kirîbû. Niha jî AKP'ê komek ji 100 kesên din ku ji jin, zarok, ciwan û mêran pêk tê, anî otogara Wanê. Nêzî hefteyeke ev penaber li otogarê ne.

Hêjayî gotinê ye ku beriya niha AKP'ê bi hezaran Qirgiz li gundê Ûlûpamîr ê navçeya Erdîş a Wanê bi cih kir. Li gel armanca ji bo guhertina demografiya Kurdistanê, AKP van penaberan li dijî PKK'ê weke cerdevan bi kar tîne.

Di nava 8 mehên dawî de 6 komên ji sed kesî pêk tên hatin otogara Wanê û ew li navçeya Erdîş a Wanê û Xelat, Elcewaz ên Bedlîsê hatin bicihkirin.