Agirê ku leşkeran bi Pîranê xist, li gundên Xarpêtê belav bû

Agirê ku artêşa Tirk a dagirker li navçeya Pîranê ya Amedê bi hawirdorê ve xistiye, 8 roj in nayê vemirandin. Şewat gihîştiye gundên Xarpêtê.

Artêşa Tirk a dagirker, li bejahiya gundê Pirejmanê yê navçeya Pîranê ya Amedê di dema operasyonê agir bi derdorê xist û şewata li vê qada daristanî ya li quntarê Çiyayê Goreseyê ji 1'ê Hezîranê ve dewam dike.

Hîn jî şewat nehatiye vemirandin. Bi bandora bê, şewat gihîşt gundê Bahçekapi û Çevrecîk ên navçeya Qerebaxan a Xarpêtê.

Şêniyên herêmê hewl didin bi derfetên xwe şewatê vemirînin. Lê belê hate ragihandin ku temamiya daristana li Çiyayê Goreseyê şewitiye.