Agirê ku artêşa Tirk berda Bedlîsê li qadeke fireh belav dibe

Şewata ku artêşa Tirk 12'ê Hezîranê li Bedlîsê bi daristanê xist, pênc roj in dewam dike.

Qada daristanî ya li gundê Horê yê navenda Bedlîsê 12'ê Hezîranê bi bombardûmanê hate şewitandin.

Beriya ku daristan bê şewitandin, Walîtiya Bedlîsê li 35 gundan qedexeya derketina derve ragihandibû.

Qedexe bi rengekî fermî di 14'ê Hezîranê de bi dawî bûye jî, şewat bi operasyona leşkerî berfireh bûye.

Çavkaniyên xwecihî dibêjin ku ji bo vemirandina şewatê tiştek nayê kirin û destûr ji xelkê herêmê re jî nayê dayin ku şewatê vemirîne.