Agir bi dexl û danên Mexmûrê ketiye

Li Başûrê wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) agir bi dexl û dana ketiye. Şêniyên herêmê û Şaredariya Wargeha Mexmûrê hewl didin bi derfetên xwe şewatê vemirînin.

Li Başûrê wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) agir bi dexl û dana ketiye.

Gelek zeviyên şêniyên Mexmûra Jêrîn şewitîne û agir her diçe berfireh dibe.

Şêniyên Mexmûra Jêrîn hewl didin bi derfetên xwe şewatê vemirînin.

Şaredariya Wargeha Mexmûrê jî ji bo agir bi dexlûdanên şêniyên wargehê nekeve çûye cihê şewatê û hewl dide vemirîne.

Tê îdeakirin ku DAÎŞ'ê agir bi zeviyan xistiye.

Di demên dawî de hebûn û tevgera çeteyên DAÎŞ’ê ya li herêmê pir zêde bûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye sala borî yek ji kiryarên çeteyên DAÎŞ’ê şewitandina dexlûdanên welatiyan bûn. Ji Rojavayê Kurdistanê bigire heta Iraqê li gelek deveran çeteyên DAÎŞ’ê agir bi zeviyan xistibûn. DAÎŞ gefa ku an wê xwediyê zeviyan bacê bidin wan an jî wê zeviyên wan bişewitînin, dixwarin.

Çeteyên DAÎŞ’ê bi hezaran hektar zevî dabûn ber agir û şewitandibûn.