Agahiyên li ser nasnameya 3 kesên li Silêmaniyeyê şehîd bûn, hatin eşkerekirin

Agahiyên li ser nasnameya endamên Saziya Antîterorê yên li Silêmaniyeyê di êrişa hewayî de şehîd bûn, hatin eşkerekirin.

Doh piştî nîvro balafirxaneya çandiniyê ya Erbet ya girêdayî Silêmaniyê ji aliyê balafira bêmirov ve hate bombebarankirin. Di êrişê de 3 endamên Dije Terora Herêma Kurdistanê şehîd bûn. Nasnameya endamên Dije Terorê hatin eşkerekirin.

Piştî êrişê Dije Terorê ragihand ku wan derbarê êrişa terorî de lêkolîn û lêpirsîn destpê kiriye ku ji aliyê nokerên biyanî û sîxurên navxweyî hate kirin û hate gotin; “Êrişkar û sixûrên di vê êrişê de cih girtine wê bê ceza nemînin. Tola şehîdên me erkê me ye û em nahêlîn xwîna wan vala biçe.”

Nasnameya kesên di êrişê de şehîd bûne wihane:

Hîwa Qadir Hisên ê xelkê bajarê Kerkûkê

Êvan Ednan Hisên ê xelkê Kerkûkê

Raber Enwer Mihemed ê xelkê bajarokê Mawet yaser bi Şarbajêr