Agahiyên dawî yên li ser hewldana dagirkeriyê ya artêşa Tirk

Artêşa Tirk duh bi şev hewl da herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê dagir bike. Li herêmê êrîşa bi balafirên şer dewam dike. Ji baregeha leşkerên Tirk a li Amediyeyê jî bombe li çiyayê Metînayê tê barandin.

Leşkerên Tirk duh bi şev saet di 22:00 de, tevî cerdevanên herêma Gerdiyayê, ji navçeya Şemzînan a Colemêrgê hewl dan Geliyê Hecî Beg, Geliyê Reş, Siro û gundên Bermizeyê dagir bikin.

REWŞA DAWÎ YA LI HERÊMÊ

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, artêşa Tirk destpêkê bi balafirên şer êrîş bir ser Geliyê Hecî Beg, Geliyê Reş, Siro û derdora Bermizeyê. Piştre bi helîkopteran leşkerên xwe li Siro û derdora wê danî.

Hat ragihandin, ku li vê herêma di bin kontrola PDK'ê de ye û li nêzî herêma Deşta Heyatê ye, leşkerên Tirk bi 6 kîlometreyan bi pêş ve çûne.

Helîkopterên bi tîpa Kobra jî bombe li herêma Deşta Heyatê barandin.

Liv û tevgera balafirên keşfê û yên şer li herêmê dewam dike. Bomberdûmana li girê Koordîne, Geliyê Masîro, Geliyê Arî û Geliyê Heşimiyê jî didome.

6 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên gerîla jî duh bi şev li herêmeke din a Şemzînanê li leşkerên Tirk xistin. Çalakî li hemberî leşkerên Tirk ên li ser Tepê Xwedê hate kirin ku li nava sînorê Şemzînanê ye. Di çalakiyê de 6 leşkerên Tirk hatin kuştin.

JI AMEDIYEYÊ ÊRÎŞ KIRIN

Leşkerên Tirk ji herêma Behdînan a li Başûrê Kurdistanê jî dest bi êrîşê kirin. Ji baregeha leşkerên Tirk al i navçeya Amediyeyê ya Duhokê, bombe li cih û warên sivîlan hatin barandin.

ÊRÎŞA BI BALAFIRÊN ŞER

Wekî din, artêşa Tirk duh bi şev bi balafirên şer bombe li herêmên Zap û Avaşînê barandin. Li ser êrîşê agahiyên berfireh bi dest neketin.