Adiyaman: Çareseriya mayinde bi nêrînên Ocalan dibe

Parlamenterê HDP'ê Adiyaman destnîşan kir, pirsgirêkên gelê Kurd û Tirkiyeyê ancax bi nêrînên Ocalan çareser bibin û nerazîbûn nîşanî tecrîdê da.

Tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve parêzer, ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir de Heyeta Îmraliyê û piştî hewldana darbeya 15’ê Tirmeha 2016’an jî malbat nikarin Ocalan bibînin. Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman nerazîbûn nîşanî tecrîdê da û li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Adiyaman da zanîn, ku ji sala 1999’an û vir ve li Îmraliyê qanûnên taybet di dewrê de ne û wiha axivî: "Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan siyaseteke taybet tê meşandin. Li Îmraliyê qanûnê taybet ketiye dewrê û hemû saziyên navneteweyî li dijî vê tecrîdê bêdeng in. Bi tecrîda li ser Ocalan re Komara Tirkiyeyê qanûnên xwe binpê dike. Li gorî rêvebernameya girtîgehan, girtî dikarin hefteyê carekê telefonê veke û bi malbata xwe re rûnê. Wekî din, divê mehê carekê rû bi rû hevdîtin pêk bê. Lê Komara Tirkiyeyê bi tecrîda şidandî ya li ser Ocalan re hemû qanûnên xwe yên hiqûqê binpê kiriye."

'JI RAMANÊN OCALAN DITIRSIN'

Adiyaman anî ziman, Tirkiyeyê bi hişmendiya AKP’ê ya şer tê birêveberin û wiha pê de çû: "Hikumeta AKP’ê li Tirkiyeyê qanûnên kêfî daniye û welat li gorî van qanûnên kêfî bi rê ve dibe. AKP bi polîtîkaya xwe ya şer û tecrîda şidandî dixwaze têkiliya gel, parêzer û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hev qut bike. Di şexsê Ocalan de dixwazin gelê Kurd di nava çar diwaran de tecrîd bikin. Tecrîdê di nava tecrîdê de dikin. AKP ji raman û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ditirse. Sedema vê tirsê jî, nirxandinên Ocalan ên beriya çend salan kirine û di roja me ya îro de derdikevin holê. Rêber Ocalan beriya 50 salên pêş dibîne û nirxandinan dike. Rêber Apo di salên 1990 û 1994’an rojên niha didît. Ev jî dibe sedemê xof û tirsa dewletê. Ji bo nêrîn û nirxandinên Ocalan negihêjin gel tişta ji destê wan tê dikin û her ku diçe tecrîdê giran dikin."

'OCALAN DI GIYANÊ GELAN DE CIH GIRITIYE'

Parlamenter Adiyaman destnîşan kir, bi tecrîda li ser Ocalan re dixwazin peyamekê bidin gelên Kurdistanê û wiha dom kir: "Rêber Ocalan 90 ji sedî di giyanê gelê Kurd de cih girtiye û bi rengekî bêhempa tê heskirin. Her wiha bi milyonan kes wî weke îradeya xwe ya siyasî û rêberê xwe dibîne. Peyam ev e, 'em di girtîgehê de Rêberê we tecrîd kirî ye. Ango, di nava tecrîdê de em dikarin tecrîd bikin.' Dixwazin ji her alî ve dest û lingên gelên Kurdistanê girê bidin. Lê belê Rêber Ocalan bi têkoşîna xwe ya bi salan pêşî li hemû hewldanên wan girtiye. Rêya AKP'ê ne rêyek rast e, herî zêde welat ji vê rêyê zirerê dibîn e."

'MÎMARÊ AŞTIYÊ OCALAN E'

Adiyaman diyar kir, aştiya Rojhilata Navîn bi Ocalan gengaz e û ev tişt got: "Çareseriya pirsgirêka Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka gelê Kurd bi fikir û ramanên Ocalan gengaz e. Mîmarê aştiyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd Ocalan e.  Di dema derbasbûyî de jî hat dîtin, ku Ocalan kilîda aştiyê ye. Di sala 2013-2014'an de Tirkiye û Kurdistan giha aramiyekê. Du salan li ser hev ne dayikên gerîla ne jî yên leşkeran rondik barandin. Tenê hêvî û bendewarî çareseriya pirsgirêka Kurd bû. Ji berê ve PKK û gelên Kurd bi gotinên Ocalan tevgerane. Di nava van du salan de jî PKK û gel hemû biryarên Ocalan bi awayekî germ pêşwazî kir û xist dewrê. Ji sala 2013 heta 2015'an hemû niqaşên aştiyê hatiban kirin muxatabê sereke Rêber Ocalan bû. Di nava van her du salan de hate dîtin ku li Tirkiyê ramanên Ocalan çareseriye mayinde ye."

'DIVÊ CPT BI ERKA XWE RABE'

Parlamenterê Îdirê yê HDP'ê Mehmet Emîn Adiyaman bal kişand ser xemsariya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) û wiha got: "18 sal in li Îmraliyê şert û mercên Ocalan ji tecrîd û îzolasyonê derbas bûye û veguheriye îşkenceyê. CPT saziyek girîng e, avakirin û wateya hebûna wê pêşîgirtina li îşkenceyê ye. Divê CPT bi erka xwe rabe û lêkolînan li Îmraliyê bike. Gireva Îmraliyê cihekî leşkerî ye, ne weke girtîgehên din ên Wezareta Dadê ye. Hemû mafên Ocalan têne binpêkirin û erka CPT ew ku îşkenceyê bidawî bike. Îşkenceya herî mezin li Îmraliyê tê kirin. Ev îşkence ji aliyê siyasî, civakî û hiqûqî ve eşkere bûye. Divê demildest CPT biçe Îmraliyê û raporên xwe ji raya giştî re eşkere bike."