Ûca: Tehamulê hezkirina ji bo Aysel Doganê nekirin

Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca ya di ambûlansa cenazeyê Aysel Doganê hildigirt de bû, got: ‘’Tehamulê hezkirina ji bo hevala me Ayselê nekirin û êrîş kirin, lê gelê me heta dawiyê li ber xwe da.“

Hêzên dewleta Tirk êrîşî cenazeyê jina Kurd a şoreşger Aysel Dogan a ji ber nexweşiya pençeşêrê di 11‘ê Gulana 2022‘yan de li Elmanyayê şehîd bû, kir û xwest pêşiya definkirina bi girseyî asten bike. Li gel hemû êrîşan jî gel li ber xwe da û xwe gihand goristanê û dema definkirinê Aysel Dogan bi tenê nehişt. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Ûca ya di ambûlansa cnaze hildigirt de bû, ji ANF’ê re behsa êrîşa dewletê û berxwedana gel kir.

‘ARMANCA WAN ÊRÎŞEKE MEZINTIR BÛ’

Ûca bi bîr xist ku jiyana Aysel Doganê bi têkoşînê derbas bûye û wiha axivî: ‘’Wek jineke berxwedêr bi awayê ku heq dikir, me ew pêşwazî kir. Di vê pêşwazîkirinê de em; HDP, DBP, TJA, Dayikên Aştiyê û wekîl çûn balafirgehê. Lê em hêj li balafirgehê bûn, polîsan gelek tevdîr girtibûn. A rast, me hingê tirsa wan a ji cenaze ferq kir.’’

‘ME HEWIL DA KU WESYETA WÊ BI CIH BÎNIN‘

Ûca da zanîn ku gava di têketina Dersimê de leşkerên Tirk bûne asteng, bi taybetî dayikan xwe daye ber ambûlansê û xweş li ber xwe daye û wiha bi pê de çû:  ‘’Jixwe me fahm kir ku armanca wan revandina cenaze ye, lewma em li wesayîta cenaze siwar bûn. Heta kêliya dawîn jî me li ber xwe da. Lewre wê, dixwest ku heval û hogirên wê û gel wê defin bikin; me hewil da ku wesiyeta wê bi cih bînin. Lê li hember cinaze hêzeke qerebalix a dewletê ya bi wesayîtên zirxkirî tevgeriya.“

‘GEL ÊRÎŞÊN WAN VALE DERXIST‘

Ûca bilêv kir ku wan fêm kir ku hêzên dewleta Tirk ji bo êrîşkirinê hatine û wiha berdewam kir: “Ne bi tenê ji aliyê walî ve lê di asta bilind a dewletê de hatiye dayîn. Ji wê boneyê, qet negotin ‘ev meresima cenaze ye, şîna wan heye, jin, kal û pîr ya jî zarok hene di nav de’ bi tundî êrîş kirin. Armanca wan, êrîşeke mezintir bû, lê gel bi berxwedana xwe rê lê girt.“

‘LI GEL ÊRÎŞ Û DORPÊÇÊ JÎ GEL XWE GIHAND GORISTANÊ‘

Ûca destnîşan kir ku polîsan ji wan re gotine ku di dema definkirina cenaze de ji derveyî malbata wê destûr nadin tu kesî, lê wan ev yek qebûl nekir û got: “Piştre jî êrîş kirin, lê tevî vê yekê jî gel dest ji armanca xwe berneda. Li gel bi tundî mudaxele hat kirin û ava şid li ser gel de barandin jî dayikên me li ser wan de meşiyan.“

‘DEWLET JI CENAZEYÊ ME DITIRSE‘

Ûca bibîrxist ku di dema definkirina cenazeyê Aysel Doganê de ji bilî malbata wî destûr nehat dayîn ku biçin goristanê û ev tişt got: “Lê belê tevî astengiya giran a polîs û cendirmeyan jî gelê me li goristanê bûn û hevala me Aysel Dogan oxir kirin. Em hevala xwe Aysel Dogan a ku ji Dersimê pir hez dikir, jiyana xwe ji bo têkoşînê feda kir û ji bo aştiyê bi salan di girtîgehê de ma, em wekî qasida aştiyê dibînin. Lê ragihandina Rewşa Awarte nîşaneya wê yekê ye ku dewlet ji Aysel Dogan û cenazeyê wê ditirse.”

‘HEVAL AYSEL DOGAN WEKE DIXWEST HAT DEFINKIRIN‘

Ûca diyar kir ku merasîmên cenaze peywîrekî mirovahiyê ye û divê her kes li gorî wesyeta xwe xwe bê definkirin û wiha got: “Ji bo vê me heta dawiyê li ber xwe da û heval Aysel weke ku dixwest were definkirin, hat definkirin û me ev wesyeta wê bi cih anî. Bi hezaran kesî xwest beşdarî merasîma cenaze bibin û daketin ser rêyan û heta dawiyê li ber xwe dan. Ev yek nîşaneya ku gel çiqasî ji heval, Aysel Doganê hezdike ye. Dewletê xwe li vê yekê negirt û êrîşî cenazeyê hevala me Aysel Doganê kir.“

‘DURÛTIYA ÇAPEMENIYÊ‘

Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca, êrîşa leşkerên Îsraîlê ya li hemberî kesên ku tabûta rojnamegera Fîlîstînî Şîrîn Ebû Akile ya li Şerîeya Rojava bi guleya ji serê xwe birîndar bû, bi bîr xist û bi van gotinan dawî kir: “ Ev êrîş ji êrîşa li Dersimê ne cuda bû. Lê belê dema ku bi rojan e di çapemeniya Tirk de qala cenazeyê rojnamegera Fîlîstînî tê kirin, êrîşa ku li ser cenazeyê heval Aysel pêk hat qet nayê gotin, çapemeniyê careke din durûtiya xwe nîşan da."