Şoreşgerê ku ber bi Golgota ve meşiya: Kasim Engîn

Ji êşê, banga sîstemê û mirinê netirsiya. Çavkaniyên xwe hebûn ku pê li ber zor û zehmetiyan radibû; welatê wî, gel, partî, Rêbertî û hevrêyên wî yên mîna Erdal. Xwedî bawerî û bi biryar bû. Şoreşgerî hunera meşa ber bi Golgota bû. Zanîbû bimeşe.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) di êrişa hewayî ya 27'ê Gulanê de ya li Bradostê, neferiya xwe ya li Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya ji 35 salan bi şehadetê tacîdar kir; bi rengê milîtanekî bêrawestan, fermandarekî bêsekin, Kurdekî xwe gihand welatê xwe. Mîrateyeke mezin a şoreşgeriyê li pey xwe hişt. Serbilindiya kar, hilberîn û parvekirina bêdawî radestî şopdarên xwe kir.

Kasim Engîn, beşek ji jiyana xwe ya ji Pazarcixê heta Elmanyayê û çiyayên Kurdistanê hem nivîsî bû hem jî di hevpeyvîneke xwe ya sala 2005'an de bi Seyît Evran re hatibû kirin, vegotibû. Bi gotinên Kasim Engîn kurte jiyana wî:

JIYANA KU LI PAZARCIXÊ DEST PÊ KIR

Ji Pazarcixê me. Sala 1966'an ji dayik bûm. Pazarcix li nava Mereşê ye û bi giranî qadeke welê ye ku şêniyên wê koçî derveyî welat kiriye. Ez jî di temenekî biçûk de derketim derveyî welat. Bavê min ji sala 1975'an û pê ve li derveyî welat bû. Piştî ku min li Tirkiyeyê salek-du salan xwend, em çûn Elmanyayê. Li wir 15 salan mam. Di salên 1990'î de vegeriyam welêt.

DINYAYÊN CUDA YÊN DI NAVA HEV DE

Tu li welêt zarok e, bi wî rengî dijî û piştre derdikeve derveyî welat. Diçî nava devereke cuda. Ev yek te şoq dike. Dema ku em çûn wê derê plan û hesabê malbatê ew bû vegere welêt. Te ji nû ve li gorî welêt amade dike. Li ser vê bingehê atmosfera ku tu tê de ye gelekî girtî ye. Tu yekî Kurdistanî ye û ji bo vegera li Kurdistanê amadekariyan dike, razemeniyê dike. Bifikirin, hîn tu 7-8 salî ye tu di nava du dinyayan de parçe dibe.

LI WELÊT JÎ TU PARÇEBÛYÎ YE

Li welêt jî dinyayên cuda hene. Tu Kurd e lê belê dema tu diçe dibistanê tu du dinyayên cuda dibîne. Dema ku çûm dibistana seretayî ya derket pêşiya min cuda bû. Tu nikare bi zimanê xwe biaxive. Ev hatibû serê min. Dema tu bi Kurdî biaxive hingî li te didin. Ji xwe di wir de şikestinek heye. Şikestina sêyemîn jî bi Elmanan re bû. Elman, Kurd û Tirk, yanî kesayetekî bûye sê parçe. Kesayetên ku xwe bi çanda xwe xurt nekirine û çanda xwe nas nekirine, nikare bi çandên cuda re têkiliyeke baş deynin, ya wê bi temamî li ber bê bikeve ya jî bibe sedema nerazîbûnê. Yanî di navberê de nikare bimîne.

SALÊN SERKETÎ YÊN DIBISTANÊ

Li wir çûm dibistanê. Zarokatiya min li wir derbas bû. Piştî ku min li Elmanyayê 9 salan xwend, ji ber serketinê ez xwendekarê destpêkê yê biyanî bûm ku mafê derbasbûna lîseyê wergirt. Lewma li wir yê ku destpêkê çû lîseyê ez bûm. Me timî spor dikir. Em serketî bûn. Me bi pînpongê dilîst. Çend xelatên min jî hene. Lîstikvanekî baş ê futbolê bûm. Li dibistanê di beşên cuda yên sporê de bûm. Dibe ku ji ber psîkolojiya binpêkirinê bû. Yanî tu nikare Kurdîtiya xwe bijî, nikare Tirkîtiyê jî bijî, nikare bibe Elman jî. Tu vê zextê vediguherîne enerjiyê.

LI ZANÎNGEHÊ BEŞA KOMPÛTERÊ

Wê demê ji derdora Mereş û Dîlokê em du heval bûn ku diçûn lîseyê; ez û kekê min. Piştre Kurdan pêşketineke mezin afirandin. Salên ku qalê dikim 1983'ê bû. Em diçûn lîseyê. Em ji malbatê qut bûn. Piştre li zanîngehê min beşa kompûterê xwend. Pêvajoyeke bi vî rengî bû. Em baş hînî zimanê wan bûn.

HESTA DI RÊWÎTIYA MACARISTANÊ DE

Heta sala 1985'an ji bo bibim Elmanekî rast gelekî min hewl dida, hesas bûm. Hevalên min hemû jî bi rengekî germ nêzîk dibûn. Dema ku em di pola 12'an de bûn ji bo ger û geştê çûn Macaristanê. Em ji Elmanyayê derbas bûn, pirsgirêk derneket. Li Awûstûrya û Macaristanê li pasaportan pirsîn; gotin ku kesên biyanî hene yan na. Em 17 salî bûn. Ez bûm û li kêleka min jî hevaleke jin a ji Meletiyê hebû. Me herduyan pasaporta xwe derxistin. Bi me gelekî zor bû. Li wir min got, 'di vir de şaşitiyek heye'. Heta wê kêliyê tu xwe weke Elmanekî dibîne, lê belê rastî mîna sîleyekê li rûyê te dikeve.

VEGERA MIN SALA 1985'AN BÛ

Sala 1985'an ji bo gelek mirovan saleke bi vî rengî bû. Hem tu qebûl nake hem jî tu bi nasnameya xwe nizane. Mirovê ku bi nasname û çanda xwe nizanibe ku yeka cuda re nikare baş bijî. Tu pê zanibe qet nebe dikarî sînerjiyekê biafirîne. Eger min bi çanda xwe zanîbûya dikarîbûm bi hêsanî bi Elmanekî re bijîm, di nav de nediheliyam, li dijî wê min ê tevdîr bigirta. Dema te nas nekir ya tuyê bi tundî nerazîbûnê nîşan bide ya jî bihele. Di sala 1985'an de bi xurtî veguherîm, salek bû ku gihîştim encamê.

Li Ewropayê şensekî min ê welê hebû ku bi destê her ciwanî nediket; li nava malbatê mezin bûm. Di salên 1976-77'an de temen hîn 9-10 salî bû di nava malbatê de Apoyî hebûn. Di salên 1977-78'an de hinek jê li çiyê bûn. Şêxo Dîrlîk ê şehîd bû, Mehmet Dîrlîk ê li Çewlikê şehîd bû.

Di sala 1979'an de min helbesta 'Ez mirov bûm' a Fûat (Alî Haydar Kaytan) xwend. Dema ku mirov di temenê dibistanê de serketî bin, hinekî bi rengekî cuda li xwe dinere û ji ser zemînê diçe. Di sala 1985'an de ji nû ve li vê zemînê vegeriyam.

LI ELMANYAYÊ DI KÎCKBOKSÊ DE BÛ YEKEMÎN

Weke ku min got, min spor dikir. Beşên sporê yên pîngpong, bez, spora kîckboksê, tekvando ew beş bûn ku tê de serketî bûm. 2'ê Cotmehê dema ku li zanîngehê bûm, sala 1988'an li Elmanyayê bûm yekemîn. Di Kîckboks, tekvandoyê de 9 xelatên min hene. Li tevahiya Elmanyayê bûm yekemîn û duyemîn.

LI ZANÎNGEHÊ YÊ SÊYEMÎN Ê HERÎ SERKETÎ

Li zanîngehê jî di nava sê kesên herî serketî de bûm. Di xwendinê de timî xwendekarekî serketî bûm. Di bingeha vê serketinê de zîrektî yan jî jîrbûn tune bû. Dibe ku ji ber ku xwe timî bindest didît, hewl dida xwe bide qebûlkirin, ji ber vê yekê jî timî serketî bû. Di rewşeke wiha de jî enerjiyeke mezin tê afirandin.

KOMA KU ENGÎN SÎNCER JÎ DI NAV DE BÛ

Beriya ku tevlî refên têkoşînê bibim komeke me hebû. Em bi hevalê Şehîd Erdal (Engîn Sîncer) re mezin bûn. Hevalê min ê zarokatiyê, ciwantiyê û milîtaniyê bû. Her sê qonax me bi hev re derbas kir. Ez qala wê komê bikim; Di salên 1986-87'an de em aktîf bûn. Koma me hemû zarokên karker bûn. Hevalê Erdal jî hebû. Di 21 salî de kekê komê bûm. Koma me ya govendê hebû, min kom dixebitand. Şehîd Erdal di 17-18 salî de bû. Me bi futbolê dilîstin. Piştre me komên futbolê ava kir. Hevalê Erdal lîstikvanekî bêhempa yê futbolê bû. Koma me hemû xwendekar bûn. Wê demê komê bandor li dehan kesî kir û tevlî nava refan bûn.

HEVALÊ WÎ ERDAL

Erdal çend salan ji min biçûktir bû. Em ne li ba hev bûn, di dawiya hefteyê de me hev didît. Dihat ba min digot,”Ders heye”. Min jî saetekê du saetan ders jê re vedigot. Di hin waran de ez jîr bûm, wekî matematîk, fîzîk, kîmya û elektronîk. Min du saetan jê re vedigot, diçû noteke gelekî baş distend. Gelekî jîr bû. Gula koma me bû. Min nebihîst ku wî dilê tu kesî hiştiye. Li ku derê bûya, jê hez dikirin. Fûtbolvanekî jêhatî bû. Di dibistanê de gelekî serkeftî bû, wî bala xwe bida çi, di wî warî de bi ser diket. Kesekî berbor bû. Di nav malbatê de her kesî jê hez dikir. Hemû endamên malê wisa bû lê Erdal di nav hemûyan de cihekî wî yê cihê hebû. Erdal her kes ber bi xwe ve dikişand.

SOZA JI BO MEHMET DÎRLÎK

Di sala 78’an de xalê min Mehmet Dîrlîk li Çewligê bi hovane hate qetilkirin. Yekemîn meşa li Bazarcixê ji ber şehadeta xalê min bû. Li wê derê me wêneyê wî dît. Li ser pankartan hatibû nivîsandin, “Şehîdê azadî û serxwebûnê, Mehmet Dîrlîk nemir e’ Di sala 1983’an de ez çûm ser gora xalê xwe. Li ser kêlikê gorê jî heman nivîs hatibû nivîsandin. Wê demê min soz da, “Ez ê teqez werim van çiyayan û ez ê tola wî bistînim.”

RÊWÎTIYA BER BI ÇIYAYAN VE

Serborî, lêgerîn, soza ji bo xalê min û hin faktorên din hatin ba hev. Di sala 1989’an de ez tevlê bûm. Piştre hatim qada Rêbertî. Ji Helebê em diçûn Efrînê. Ji bo min rengê axê guherî. Min ji ajovan re pirsî ‘Ev der Kurdistan e?’ Dema wî got erê, ez ji wesayîtê daketim û min ax maç kir. Dema em bi pêş ve çûn cihekî bi navê Kefercan heye. Li wê derê jî ez daketim, min ax maçî kir, yên li wir jî şaş man. Vegera welat ji bo min nasname û lêgerîna hebûnê bû. Hatina welat li ser vî esasî pêk hat. Yekbûna bi çiyayan re li ser vî esasî çêbû. Heta ku wekhevî çêbibe, ez li van çiyayan im. Em qebûl nakin ku ji jor ve li kesên din binihêrin.

WASÎYETA DIVÊ TU XAYÎNTIYÊ NEKE

Min bi fehma ku şoreşgerî rêyeke dijwar, tûj û demdirêj e hatim çiyayan. Ez tevlê bûm, perwerde bûm û dîsa çûm. Dema ez tevlê bûm min xatir ji malbat xwe nexwest lê ez çûm ba malbata Erdal. Dêya wî got “Divê tu xurt bî, tu yê bibî rûmeta me, di vî karî de îxanet tune’ Wasîyeta dê û bavê wî ev bû.

LI ÇIYA RASTÎ ERDAL HATIM

Erdal di dawiya 94’an de li Çiravê bû. Min dizanibû ku ew li wir e, lê Erdal hê nû hîn bûbû ku ez hatime. Tevî şehîd Jiyan em li cihekî rûniştibûn. Min jê re qala heval Erdal dikir, wê nas nedikir. Li Çiravê cihên çal hene. Min dît Erdal ji wir derket. Di wê kêlîkê de dilê min sekinî, reng û rûyê wî jî guherî. Hat bi tenê destê xwe dirêjî min kir. Me hev hembêz nekir. Em her du jî şaş mabûn. Bi qasî deh deqîqeyan me li rûyê hev nihêrt. Em qet neaxivîn. Piştre heval Jiyan em hişyar kir. Min piştre nivîsî. Heval Erdal jî ew bîranîn xwendibû. Min di bîranînê de gotibû, ‘Min gelekî dixwest hembêz bikim. Hembêzkirineke bêhempa’ Wî xwendibû û keniyabû. Piştre gotibû ‘Ez tiştekî ji te re bibêjim, heman hest bi min re jî çêbûbû’ Ji ber ku bi salan me hev nedîtibû, dema ku me hev dîtibû ku bi tenê me destê xwe dabû hev. Li çiyayan min û Erdal wisa hev dît.

Salek şûnde li kongreyê me hev dît, piştre bi awayekî tesadufî tabûrên me li kêleka hev bû. Dîsa em tevlî civîneke konseya leşkerî bûn. Di salên 94-95’an de em bi hev re man. Di zivistana 97-98’an de em di perwerdehiya taktîkê de bûn. Di wê zivistanê de, me gelekî nîqaş kir, piştre em rastî hev nehatin. Çend sal şûnde li qada şehîd Ayhan em rastî hev hatin. Ez li dibistana Kurdî bûm. Ez çûm jor. Bi cîhaz bang kir, ‘Wesayît hatine, ez diçim’. Me xatir ji hev nexwest û çû, careke din me hev nedît.

SOZA KU MIN DABÛ ERDAL

Ez ji Bazarcixê me. Em heyranî Kurdîya xwe bûn. Em bi Kurdbûnê mezin bûn û em bi Kurdbûnê hatin. Kurdbûna me Kurdbûneke cihê bû. Wekî jiyîna tiştekî ku me nejiyabû. Ji ber vê jî vegera welat bidesxistina nasnameyê ye. Xwedîtîn û rastîxwehatin e. Hebûn e. Ez bi salan e li çiyayan im. Yên ku ji derweyî welat tevlê bûne, yê herî zêde maye ez im. Nêta min heye ku ez vê rekorê mezintir bikim. Ha herî xweş wê ev bûya ku min bi Erdal re ev tişt bikira. Sozeke me hebû ‘Em ê nekevin’ lê mixabin ew di qezayekê de şehîd bû.

MILÎTANÊ KU XWE JI NÛ VE AVA DIKE

Min serma, birçîbûn, westandin û tîbûn wekî dijwarî nedît lê dijwariyên vî karî hene, mirov çavê xwe bikuta Girê Golgatayê. Wekî Îsa ku wî dizanî ew ê were çarmîxkirin lê dîsa jî biçe Qudûsê. Dijwariyên şoreşan tune, hene lê karê wêjevanan e ku qal bikin. Şoreşgerî ev e ku mirov xwe li dijwariyan bide. Dema çavkaniyên hêzê yên mirov hebe, xwe ji nû ve ava dike. Wekî di mînaka Prometheûs de milîtan jî çavkaniyên xwe yên hêzê çêdike û xwe her roj divê biafirîne.

Milîtanê ku nikaribe xwe her roj ava bike, wê nikaribe bimeşe Golgotayê. Şoreş karekî demdirêj e. Ji bo serkeftina vî tiştî divê mirov xwe her roj ava bike. Ji bo vê Rêbertî, şehîd û hêviya gel çavkaniyên hêzê ne. Ji bo min yek ji çavkaniya hêzê Erdal e. Ji ber vê jî xwespartina wê hêzê û meşa ber bi Golgotayê şoreşgerî bi xwe ye. Şoreşgerî hunera meşa ber bi Golgotayê ye. Em çi qasî bi ser ketine ew meseleyeke din e lê îddîaya me ya serkeftinê gelekî mezin e.

RASTÎ XWE TÊM

Li çiyayan ez hatime xwe bibînim. Di nav wê de Kurdistan heye, hezkirin heye, eşq heye, azadî heye, sosyalîzm heye, hezkirina ji welat heye, lêgerîn heye, ev hemû hene lê li ser van tiştan ez jî heme. Ez vî tiştî li ser bingeha xweperestiyê nabêjim. PKK bi wateya xwe ya berfireh, tevgera xwedîtin û bidestxistina nasnameyê ye.