Şivan, karwan û gerîla

Ew gerîla Brûsk e ku malbata wî niha li Efrînê ye, li Efrîn a ku çete lê ne. Li warê xwe şivantî kiribû û niha jî ji bo azadiya gelê xwe li çiyê ye.

Her roj bêberdêl dimeşe. Ev gerîlayê ciwan ê ku her sibehê di nava heriyê de dibînim, bi kincekî pak li pêşiya min sekinî ye. Ji min re dibêje 'Heval amade me'. Radihêjim kameraya xwe û didim pey wî.

Me yê pê re hevpeyvînek bikira, lê belê her sibehê bi karwan re diçe û tê, lewma ji ber ku nagihêjim wî em dikin nakin nikarin pê re hevpeyvînê bikin. Di sibeheke Pêncşemê de ku baran gelekî dibariya lê rast hatim. Di destekî wî de êzing, di destê din de jî werîsê hêstir hebû. Ez ber bi gir ve hildikişim, lê ew mîna ku xwe ji zinar berdide xwarê dimeşe. Mîna ku wî ev rêya li vî kaşî çêkiriye. Bi wî rengî her derê nas dike, cihê bêhndanê, cihê vexwarina avê hemûyan nas dike. Bi hostatî di kaş de dimeşe. 

DEMA KU LI EFRÎNÊ ŞIVANTÎ KIRIBÛ, HÎN BÛBÛ

Piştî hefteyekê, rojeke Pêncşemê em wê bîranînê careke din tînin bîra xwe û dikenin. Dem li vê derê kêliyên kombûyî ye. Dema ku komî ser hev dibe, dibe dema jiyanê. Li pêşiya wî bi lez û bez dimeşim. Bi gotina 'Her der mij e, çav çavan nabîne' di nava mij de dimeşim. Ez bi rengekî matmayî dimeşim, lê ew mîna hostayekî dibêje mij şermok e, her gava ku dimeşe wê xwe ji ber te bide alî û rê bide te. Dema ku li Efrînê şivantî dikir, hînî vê sira mij bûye.

Ev ciwan beriya salekê hat çiyê. Dayika wî di şerê Efrînê de ji ber ku xaka xwe neterikand kete destê çeteyan. Dipirsim 'Gelo ew tê bîra te?' Ew jî dibêje, 'Dayika min parçeyek ji gelê min e. Azadî karekî hêsan nîne ku herî zêde ji Rêber Apo hînî vê yekê bûm. Dema ku me gelê xwe azad kir, hingî malbata min jî wê azad bibe. Deynê dayika min li min heye ku 9 mehan ez di zikê xwe de hilgirt. Dema ku min deynê xwe da gelê xwe, hingî ez ê deynê xwe yê dayika xwe bidim. Têne bîra min, lê belê dema ku li rewşa gelê me, Rêberê me difikirim, hingî wan cuda nanirxînim. Ji bo me jidayikbûna fîzîkî girîng e, lê belê herî zêde jidayikbûna me ya ruhî, îrade, fikir û hestewariyê girîng e. Em vê yekê ji xwe re dikin esas."

Serê xwe radike û li benda pirsan disekine. Tenê dema pirsê çavê min û çavê wî li hev rast tên. Her çavekî kedkar careke din bi bîra me dixe ku em çiqasî kêm mane. Tehtekî din dibînim ku hinekî kêm şil bûye û em diçin wê derê, li binê wî tehtî rûdinên. Min kameraya xwe amade kir û pişta xwe da teht. Halbûkî wî bersiva piraniya pirsên min di dema meşê de dabû.

Ji min re dibêje 'Heval tu timî dipirse, carekê jî ez bipirsim'. Serê xwe radike û dibêje 'qeydê bisekinîne'. Bi zimanekî ji xwe bawer dipirse 'Tu ewqasî dîmenê gerîla dikişîne, li wan guhdarî dike, dinivîsîne. Gelo tu çawa ji bîr nake?' Berî ku ew gotina xwe biqedîne, vê carê di nava wî mijî de ez li pey bîranînan dikevim.

Ew gerîla Brûsk e ku malbata wî niha li Efrînê ye, li Efrîn a ku çete lê ne. Li warê xwe şivantî kiribû, niha jî karwan dimeşîne, ji bo azadiya gelê xwe li çiyê ye.