Şîmal Ulkem: Heta ku Serokatî azad nebe kes azad nabe

"Heya ku em Serokatiya xwe ji Îmraliyê dernexin, jiyanek azad neafirînin, tecrîdê têk nebin em ê weke nifşên nû, jinên ciwan, xortên ciwan nikaribin bibêjin me li hember dîrokê erka xwe pêk aniye. Heta ku Serokatî azad nebe tu kes azad nabe."

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) Şîmal Ulkem Guneş li ser 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bersiv da pirsên ANF'ê. Guneş got, "Em; pêşengên şaristaniya demokratîk jin ber bi ronahî û azadiyê ve diçin. Roja me, serketina me, meşa me ya azadiyê li Îmraliyê ye. Heya ku em Serokatiya xwe ji Îmraliyê dernexin, jiyanek azad neafirînin, tecrîdê têk nebin em ê weke nifşên nû, jinên ciwan, xortên ciwan nikaribin bibêjin me li hember dîrokê erka xwe pêk aniye. Heta ku Serokatî azad nebe tu kes azad nabe."

Niha li her derê pîrozbahiya 8'ê Adarê tên lidarxistin. 8'ê Adarê di heman demê de weke rojeke berxwedan, têkoşîn û keda jinê tê dîtin. Hûn, tevgera azadiya jinê wate û girîngiyek çawa didin vê rojê?

Ez roja jinên kedkar ê cîhanê di serî de li Rêberê Azad û Rêberê Felsefeya bîrdoziya azadiya jinê pîroz dikim. Li jinên têkoşer, berxwedêr, femînîst û sosyalîst pîroz dikim. Gava Serokatî bîrdoziya rizgariya jinê ragihand, tevgera azadiya jinê wateyek û girîngiyek cuda da vê rojê. Rojek dîrokî û berxwedanê ye. Armanca me ya herî mezin ew e ku azadiya xwe, ya civakê biafirînin û hişmendiya baviksalarî têk bibin. Ev roj ji hêla jinên kedar û têkoşer ve hatiye afirandin. Mirov dikare bibêje ku mewziyeke ku jinê bi dest xistiye. Cîhan tev jî vê yekê dibîne ku em di nava berxwedaneke gelekî girîng de ne. Serokatiya me ev 21 sal in li Îmraliyê dîl hatiye girtin. Bi pêşengiya jina Kurd Leyla Guven û Nasir Yagiz berxwedaneke dîrokî tê kirin ji bo azadiya Rêber APO. Ev berxwedan her diçe bilindtir û kûrtir dibe. Ji ber vê li her derê 8'ê Adarê bi taybetî jî cihê ku jin lê hene, jiyan heye bi dirûşmeya berxwedanê tê pêşwazîkirin. Ev roj bi dirûşmeya 'Wê berxwedana jinê azad bike' tê pêşwazîkirin. Di vê pêvajoyê de berxwedan û azadî du peyvên cêwî ne, ji hev nayên qutkirine. Pêwîste li her derê bi vî ruhî têkoşîn were bilindkirin. 

Di vir de pêwîste mirov jinên ciwan cuda binirxînin. Ji ber nifşekî nû ye, nêrîn û nêzîkatiya wan a li azadiyê gelekî cuda ye. Hûn ji bo jinên ciwan çi dibêjin?

Tevgera azadiyê ya Kurd bi fikir û bîrdoziya Rêber APO çandek nû ava kiriye. Mirov dikare bibêje nifşê nû jî ev çand, felsefe û bîrdoziya Rêber APO ji xwe re mîras digire. Ev mîras ku bi berxwedan û xwînê hatiye avakirin xwe bi rêxistin dike. Mirov dikare bibêje ku êdî têkoşîn xwe gihandiye astek bilind û ber bi dawiyê ve tê. Her kes vê rastiyê dibîne ku jinên Kurd, yên cîhanê û mirovahî bi fikir û ramanên Rêber APO ber bi ronahiyê ve diçe û di bin wê sîwanê de xwe bi rêxistin dikin. Jinên ciwan jî di merheleya herî girîng de, ya şer, siyaset, têkoşîn û berxwedanê de rolên xwe yên girîng leystine. Serokatî vê yekê dibêje; 'me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî bi ser bikevin'. Ev perspektîf niha ji bo ciwanan û jinên ciwan hemûyan derbas dibe. Niha faşîzm di asta herî jor de xwe dide der. Bi taybetî jî li jinên ciwan destdirêjî, tacîz û her tiştên qirêj tên kirin. Hişmendî û pergala baviksalarî her roj destdirêjiyê li jiyanê dike. Êdî ev pergal û hişmendî ber bi hilweşandinê ve diçe û perçe dibe. Em, pêşengên şaristaniya demokratîk jin ber bi ronahî û azadiyê ve diçin. Roja me, serketina me, meşa me ya azadiyê li Îmraliyê ye. Heya ku em Serokatiya xwe ji Îmraliyê dernexin, jiyanek azad neafirînin, tecrîdê têk nebin em ê weke nifşên nû, jinên ciwan, xortên ciwan nikaribin bibêjin me li hember dîrokê erka xwe pêk aniye. Heta ku Serokatî azad nebe tu kes azad nabe. Ger ku di vê pêvajoyê de bi her awayî em erk û berpirsyariya xwe ya dîrokî pêk neynîn, berxwedan û têkoşînek li gor ruhê demê nedin kirin, em ê nikaribin rexnedayînek rast jî bidin. Nifşê nû pêwîste valatiya heyî bibîne, ji ber niha di pêşengtiyê de valahiyek heye. 

Zimanê jinên azadiyê dixwazin çalakî ye. Zimanê demokrasiyê çalakî ye. Heya ku çalakiyên birêxistinkirî, girseyî pêk neyên wê ev faşîzm jî heya dawî têk neçe.  Mirov dikare bibêje ku pergala baviksalarî can dikşîne. Ji bo vê jî jinên ciwan di vê serdemê de dikarin erkên dîrokî bileyzin. Ji ber ev hêz bi jinên ciwan û xortên ciwan re heye, dikarin vê pergalê têk bibin. Ji ber mîrasek gelek bi hêz a têkoşîn û berxwedana me heye.