Şiban: Leşkeran li ber helîkopterê pehîn li serê min da

Osman Şiban ê li gel Servet Tûrgût ku ji helîkopterê avêtin û jiyana xwe ji dest da got: “Dema li ber helîkopterê leşkerekê pehîn li serê min da û şûnde ez ji ser hişê xwe çûm. Leşkeran tim li me dida."

Osman Şiban ê li gel Servet Tûrgût 11’ê Îlona 2020’ê li navçeay Şaxê ya Wanê ji aliyê leşkerên Tirk ên derketibûn operasyonê piştî hatin destgîrkirin û ji helîkoperê avêtin. Servet Tûrgût jiyana xwe ji dest da, Osman Şiban jî piştî 9 mehan û şûnde îfade da.

Şiban ê di derbarê wî de bi îdîaya ‘endamê rêxistinê’ ye ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve lêpirsîn lê hate vekirin, îfade da. Şiban roja bûyerê vegot. Şiban diyar kir ku li gel Servet Tûrgût piştî hatin destgîrkirin û şûnde birin gel helîkopterê û vê navê jî li me dida. Şiban got: “Leşkeran tim li me dida. Me birin gel helîkopterê. Li wir jî li me da. Li gel helîkopterê piştî ku leşkerekê pehîn li serê min da ez ji ser hişê xwe çûm.Ji wir û şûn ve nayê bîra min. Min çavê xwe li Mêrsînê vekir.”

Şiban destnîşan kir ku ji ber êşkenceya lê kirin, li gel helîkopterê ji ser hişê xwe çûye û şûnde tiştên bûye nayê bîra wî. Şiban ê sûcên derbarê wî qebûl nekir, derbarê leşkerên êşkence jî li wî kir, gilî kir. Şiban piştî îfadeya dayî û şûnde biryara qedexeya derketina derveyî welat li ser hate dayîn û berda.