Şêxên Durziyan ê Sûriyeyî yekemcar çû Îsraîlê

Heyetek ji şêxên Durziyan ên Sûriyeyî roja Înê ji bo serdana hecê ya li Îsraîlê bike, ji xeta agirbestê ya li Girên Golanê derbas bû.

Ji sala 1948'an dema damezrandina Dewleta Îsraîlê û vir ve Durziyên Sûriyeyî yekemcar rêwîtiyeke bi vî rengî kirin.

Oldarên Durzî li gel wesayitên leşkerî yên Îsraîlê li sê otobusan siwar bûn û ji xeta agirbestê ya li Mecdel Şems a li aliyê Îsraîlê yê Golanê derbas bûn û berê xwe dan bakurê welêt.

Tê gotin, heyet wê bi lîderê olî yê Durziyan ê li Îsraîlê Şêx Muvaffak Tarif re hevdîtinê bike.

Li gorî agahiyan bi dehan Durzî tevlî serdana hecê bûne. Serdan li ser vexwendina civata Durzî ya li Îsraîlê pêk hat.

Lê belê tê gotin ku di nava civakê de 'muxalefeteke xurt' li hemberî vê serdanê hatiye nîşandan.

Durzî ku ji aliyê baweriyê ve weke baskekî heterodoks ê Îslamê têne nirxandin, li Lubnan, Îsraîl, Girên Golanê yên di bin dagirkeriya Îsraîlê de ne û Sûriyeyê dimînin. Lê belê bi giranî li eyaleta Siweydayê ne ku nêzî Îsraîlê ye.