Li Etîyopyayê kolera bi lez belav dibe: Zêdeyî 30 kes mirin

Bijîjkên Sînoran Nasnakin (MSF) ragihand ku li rojavayê Etîyopyayê herî kêm 31 kes ji ber kolerayê mirin û zêdeyî 1.500 nexweş jî hatine raporkirin.

MSF’ê daxuyanî da, diyar kir ku kolera li rojavayê Etîyopyayê bi lez belav bûye û got, “Jiyana bi hezaran kesan di xeteriyê de ye û xeterî zêde dibe.”

Li gorî hejmarên ku MSF’ê ji ofîsa tenduristiyê ya herêmê wergirtî, li herêma Gambella ya li sînorê Başûrê Sûdanê herî kêm 31 kes mirine û zêdeyî 1.500 nexweş hene.

Hat diyarkirin ku rewşa li rojavayê Etîyopyayê, bi hatina mirovên ku ji tundiya li Başûrê Sûdanê reviyane hîn xirabtir bûye.

Gelek herêmên Etîyopyayê, bi taybetî jî Amhara ya ku xwedî nifûsa herî qelebalix a duyemîn e, bi nexweşiyên Kolera re rû bi rû ye.