Şerê Ûkraynayê. Rûsyayê ji bo agirbestê sê şert danî

Hate ragihandin ku ji bo pêşniyara agirbestê ya DYE'yê, Moskowayê 3 şert daniye.

Pêşniyara Washîngtonê ku wê şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê ji bo 30 rojan bi dawî bike, li benda bersiva fermî ya Moskowayê ye.

Lê belê li gorî du çavkaniyên ji ajansa nûçeyan a Reutersê re axivîn, Kremlînê ji bo erêkirina peymanê lîsteyek ji daxwazan amade kir.

Naveroka lîsteya Rûsyayê baş nayê zanîn, lê belê li gorî çavkaniyan işaret bi sê mijaran tê kirin:

- Divê Ûkrayna nebe endamê NATO'yê.

- Divê ti leşkerên biyanî li Ûkraynayê neyên bicihkirin.

- Pûtîn dixwaze îdîayên Rûsyayê yên li ser Qirim û çar wîlayetên Ûkraynayê ku weke mafê xwe dibîne, li qada navneteweyî bêne naskirin.

Hin ji rayedarên DYE'yê bi fikar in ku Serokdewletê Rûsyayê agirbestê ji bo parçekirina DYE, Ûkrayna û Ewropayê û têkbirina danûstandinan bi kar tîne.

ZELENSKIY: ÛKRAYNA JI AGIRBESTÊ RE AMADE YE

Serokdewletê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskiy roja Çarşemê daxuyaniyek da û ragihand ku Ûkraynayê di hevdîtinên bi Emerîkiyan re ragihandiye ku ew ji bo agirbestê amade ye, êdî dor hatiye bersiva Rûsyayê.

Zelenskiy got, "Eger çek ji bo 30 rojan bêdeng bibe em ê garantiyên li ser ewlekariyê hîn bi detay binirxînin."

Zelenskiy got, "Min gelek caran destnîşan kir ku ti carî ji Rûsan bawer nakim."

PÛTÎN FERMANA 'AZADKIRIN'A HERÊMA KÛRSKÊ DA

Li aliyê din Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ferman da artêşê ku herêma Kûrs a Rûs 'bi temamî rizgar bikin'.

Serokê Fermandariya Giştî Valery Gerasîmov jî diyar kir ku ew hêvî dikin herêma Kûrskê di demeke nêz de ji dijmin bi temamî bê rizgarkirin.