Rêber Apo bi deklarasyona xwe ya dîrokî ya 27'ê Sibatê re nîqaşa li ser çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk a li Tirkiyeyê gihandiye qonaxeke nû. Bi vê deklarasyonê re gotina dewletê ya 'pirsgirêka Kurd nîne, pirsgirêka terorê heye' hejand û rastiya dîrokî û rewabûna pirsgirêkê bi awayekî zelal raxist pêş çavan.
Profesorê Dibistana Zanistên Civakî û Pisporê Rojhilata Navîn ê Parîsê Hamît Bozarslan li ser kokên dîrokî yên pirsgirêka Kurd û banga Rêber Apo ji ANF'ê re axivî.
Prof. Hamît Bozarslan, diyar kir ku pirsgirêka Kurd di serî de meseleyeke înkarê ye û got divê hebûna dîrokî ya Kurdistanê bê qebûlkirin. Bozarslan got, “Di pêvajoya dîrokî de bûyerên wekî avakirina mîrnişînên Kurdan, avakirina Kurdistanê di navbera rêveberiyên Osmanî û Farsan de û hilweşîna mîrnişînên Kurdan di sedsala 19'an de tên zanîn. Lê derketina pirsgirêka Kurd weke pirsgirêk bi avabûna netew-dewlet û pêve girêdayî meşandina polîtîkayên radîkal ên neteweperestî re destpêkirine. Van dewletan piranîbûn qebûl nekirin û bi zorê nasnameya netewî ferz kirin û di vê serdemê de pirsgirêka Kurd înkar kirin. Pirsgirêka Kurd di serî de bi redkirina vê înkarê re eleqedar e. Kurdan her tim li dijî statuya ku li ser wan dihat ferzkirin têkoşiyan e. Pirsgirêk ne tenê pirsgirêka tundiyê ye, ev pêvajo beriya ku tundî destpêbike jî hebû. Ev pirsgirêk bi destwerdanên emperyalîst re derneketiye holê. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd du hîmên bingehîn ên rewabûnê hene: naskirina Kurdan weke pirsgirêkeke neteweyî û qebûlkirina Kurdistanê weke rastiyeke herêmî. Bêyî vê têgihiştinê çareseriyeke mayînde pêk nayê.
Prof. Bozarslan, destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd beriya serhildanan bi polîtîkaya înkarê re rû bi rû mane û wiha domand, “Em behsa meseleya Şêx Saîd bikin: Berî ku serhildana Şêx Saîd destpê bike, destûra bingehîn a sala 1924’an hebû. Ev destûr nasnameya Kurd nas nake û tevgera kemalîst jî dev ji sozên ku di destpêkê de bi demê re dabûn Kurdan, berda. Di encama vê polîtîkaya înkarê de komkujiyên weke bûyera Dersim û Koçgiriyê derketine holê. Yanî bi kurtî serhildan li dijî komkujî û polîtîkayên înkarê pêş dikeve.
Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke bingehîn e ku bandorê li paşeroj û siberoja Tirkiyeyê dike, lê ev pirsgirêk tenê bi Tirkiyeyê re sînordar nîne; Zextên bi vî rengî li Sûriye, Iraq û Îranê jî hatine kirin.Di encamê de pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê weke diyardeyeke ku divê weke parçeyekî bingehîn ê pirsgirêka Kurd a giştî ya Rojhilata Navîn bê destgirtin.”
Prof. Bozarslan destnîşan kir ku Tirkiye polîtîkayeke ku pirsgirêka Kurd ne tenê di nava sînorên xwe de, li tevahiya Rojhilata Navîn înkar dike dişopîne û wiha got, “Ev nêzîkatiya ku ji dema Îttîhad û Terakkî heta roja me ya îro dewam kiriye, di nêzîkatiyên li hemberî Kurdistana Iraqê û Rojava de jî xwe dide der. Di serdema piştî sala 2003’yan de polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan neguherî, bi taybetî ji bo ku Rojava nebe xwedî statuyeke rewa, helwesteke tund nîşan da. Mînak îdiayên paqijkirina etnîkî ya li Efrînê di çarçoveya peymanên Tirkiye û Rûsyayê de pêk hatiye. Pirsgirêka Kurd di têkiliyên Tirkiye û Rûsya û DYE’yê de roleke diyarker dilîze.”
Prof. Hamît Bozarslan behsa faktorên dîrokî û sosyolojîk ên ku derketina PKK’ê diyar kirine û destnîşan kir ku tevgerên civakî û şiyarbûna Kurdan di salên 1960’î de, derbeya leşkerî ya 1971’ê ku dawî li hêviyên çareseriya destûrî anî û têkçûna tevgera Barzanî di sala 1975’an de wek bûyerên krîtîk ên ku bûn sedema radîkalbûna Tevgera Kurd.
Prof Bozarslan got, “Pêvajoya ku PKK’ê di vê serdemê de bi rêxistinên din ên wekî KUK’ê re rêbaza têkoşîna çekdarî pejirand, piştî darbeya 12’ê Îlonê li derve birêxistinbûn û di sala 1984’an de dest bi şerê gerîla kir. Vê pêvajoyê rê li ber PKK’ê vekir ku di nava ciwanên Kurd de piştgirî bibîne û tevgereke siyasî ya Kurd ava bibe. Di heman demê de hişt ku pirsgirêka Kurd bi qebulkirineke berfireh a civakî bibe xwedî karakterek hegemonîk û bandorên wê yên li ser dîasporayê diyar kir. Di encamê de salên 1970 û 1980’î hem ji aliyê dîrokî û hem jî ji aliyê sosyolojîk ve ji bo avabûna PKK’ê salên krîtîk bûn.”
Prof. Hamit Bozarslan bal kişand ser salên 1960’an û got, “Salên 1960’an ji bo Tirkiye û Kurdistanê salên bi dînamîk bûn. PKK li ser vê zemînê dîrokî derket holê û hem ev mîrate da domandin, hem jî bi wê re qutbûnek jiyan kir. Li vir peywendiyeke diyalektîk mijara gotinê ye; dewamkirin û bifurkasyon. Bifurkasyon tê wê wateyê ku mirov pêvajoyekê bi radîkalbûnê heta dawiyê bibe û di heman demê de ev yek qutbûnekê jî bi xwe re bîne. Ji bo PKK’ê ev qutbûn neçarî bû, ji ber ku radîkalbûna pêvajoyê bû sedema vê yekê. Di encama vê yekê de, di nava civaka Kurd de refeke siyasî ya nû derket holê. PKK li navenda van geşedanan cih girt. Yek ji guherînên herî girîng, sazîbûna siyaseta Kurd bû. Bi taybetî di 40 salên dawî de, di nava civaka Kurd guherîneke entelektuel a cidî çêbû. Çanda Kurd bû xwedî çêkereke zindî. Tevgera jinê jî parçeyekî girîng ê vê guherînê ye. Îro di navbera Kurdistana 1984’an û Kurdistana 2024’an de di aliyê sosyolojîk de ferqên mezin hene.”
Prof. Hamit Bozarslan îşaret bi rewşa naskirina pirsgirêka Kurd kir û ev tişt bilêv kir: “Pirsgirêka Kurd nehatiye qebûlkirin. Lê belê li gorî beriya 5-6 mehan, guhertineke biçûk heye. Di vê guhertinê de em dibînin ku rejîm neçar maye car din Ocalan meşrû bike. Her kesê ferq kiriye ku di navbera Ocalan û meseleya Kurd de, girêdaneke xurt çêbûye. Dema em li daxuyaniyên Ocalan dinêrin, em dibînin ku behsa meseleyeke sedsalî dike. Peyama Ocalan eşkere ye: ‘Em rêxistineke terorê nînin. Meseleya Kurd ne pirsgirêkek terorê ye; meseleya Kurd, meseleyeke millî ye’. Dema em vê bangê dixwînin, ev tablo derdikeve pêşberî me. Lewma mirov êdî nikare texmîn bike ka wê meseleya Kurd çiqasê din were înkarkirin. Lê belê dema em li gotinên Erdogan û Wezareta Parastinê ya Millî dinêrin, em fêm dikin ku hîna meseleya Kurd weke meseleyeke terorê yan jî emperyalîzmê tê dîtin. Dîsa jî hin îstisna û deng derketin holê. Mesele Numan Kurtulmuş yek ji wan kesane ku hebûna meseleya Kurd bi rengekê qebûl kiriye. Bulent Arinç di daxuyaniya li Erbîlê kirî de, hema bêje li xwe mikur hat ku meseleya Kurd meseleyeke millî ye. Di nava desthilatdariyê de jî li gorî beriya 6 mehan, guhertin heye. Hetta di gotinên Bahçelî de jî guhertinek tê dîtin. Êdî weke ‘lîderê rêxistineke terorê’ na, weke damezrînerê PKK’ê behsa Ocalan tê kirin, ev yek jî vê geşedanê nîşan dide. Yanî hin pêşketin hene, lê hîna siyaseteke dewletê nîne ku meseleya Kurd rewa qebûl bike.
Em rû bi rûyê şert û mercên nû ne. Erdogan û hêza desthilatdariyê pêvajoya aştiyê ya di navbera salên 2013-2015’an de qebûl nekir, miliyetperestiya radîkal a li Tirkiyeyê ev pêvajo red kir, lewma ev pêvajoya aştiyê mîna geşedanên li Sûriyeyê ji ber sedemên cur be cur têk çû. Îro em dikarin li ser pêvajoyeke nû baxivin, lê belê hîna ev îhtimal zelal nîne. Yanî gelek tişt mimkun in, lê tiştek teqez nîne. Îro meseleya herî krîtîk, parastina Rojava û pêkanîna ewlehiya statuya wê ye. Tê fêmkirin ku banga Ocalan rasterast ji bo PKK’ê û hêzên çekdar ên girêdayî wê ye. Niha meseleya herî girîng ew e ku mirov rewatiya Rojava bi Tirkiyeyê bide qebûlkirin û têkildarî vê yekê, nexşerêyekê çêbike.”