DYE’yê pêkanîn li Wezîrê Petrolê yê Îranê ferz kir
Hikûmeta DYE’yê weke parçeyekî polîtîkayên “zexta herî zêde” ya li hemberî Îranê, li dijî Wezîrê Petrolê yê Îranê Mohsen Paknecad û hin sazî û keştiyan pêkanînên malî ferz kir.
Hikûmeta DYE’yê weke parçeyekî polîtîkayên “zexta herî zêde” ya li hemberî Îranê, li dijî Wezîrê Petrolê yê Îranê Mohsen Paknecad û hin sazî û keştiyan pêkanînên malî ferz kir.
Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) daxuyanî da û got, “Tedbîrên ku îro hatine girtin, di polîtakaya zexta herî zêde ya li hemberî rejîma Îranê de, qonaxeke nû ye. Ku ev polîtîka ji aliyê Serok Trump ve tên meşandin.”
Wezaretê diyar kir ku ev polîtîka bi armanca ‘bi dawîkirina gefa nukleer a Îranê, astengkirina bernameya balistik fuze û astengkirina piştgiriya ji bo komên terorîst ên li ser esasê berjwendiyên xwe tevdigerin’ û ji bo beşekî fînansmana rejîmê qut bike, hatiye pêkanîn.
‘ARMANC EW E KU ÎXRACATA PETROLÊ YA JI BO ÇÎN’Ê BIKEVE ASTA HERÎ JÊR’
DYE’yê eşkere kir ku ‘Îran bi taybetî dixwaze îxracata petrolê ya ji bo Çînê daxîne asta herî jêr’.
Rojek piştî eşkerekirina pêkanînên DYE’yê, berdevkê Wezareta Petrolê ya Îranê Îsmaîl Bakeyî rewş weke ‘durûtiya DYE’yê’ pênase kir û ev rewş şermezar kir.
Piştî ku Donald Trump di meha Çileyê de vegeriya Qesra Spî, ji wê demê ve ev bû seta pêkanîna sêyem a li hemberî petrola Îranê.