'Şêx Seîd û hevalên wî nehatin jibîrkirin, nayên jibîrkirin'

Civaka Îslamî ya Kurdistanê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî û ji neviyên wan ên ku ji bo yekîtî û serketina gelê xwe têdikoşin, bi dilekî pak daxwaza serketinê kir.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji ber salvegera darvekirina darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî, ku 29'ê Hezîrana 1925'an hatin qetilkirin, daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Kal û bavên me, ji bo xelasiya welat û civaka xwe têkoşiyan. Îro jî neviyên wan ji bo avakirina xeyalên kalên xwe li her çar perçeyê Kurdistanê têkoşînek bê hempa didin li hember Fîrewn û Deccalên kemalîst û dagirker.

Neviyên we bûne xwedî hêz ji bo avakirina xeyalên we li beramberî van derfet û îmkanatan. Eger yekîtiya xwe karibin ava bikin, li şûna  gotina kesên Kurdistan daxwaz kirin 'Xeyala Kurdistanê li vir medfûn e' ew ê were nivîsandin, 'Dagirkerên wehş û bêelxlaq li vir medfûn e'.

Eger neviyên we bi temamî karibin hêz û qewetê xwe yek bikin, wê demê heta hetayî dagirker û kolonyalîst wê ji xaka pîroz a Kurdistanê werin avêtin û xaka pîroz êdî di bin pêlavên qirêj û kîret ê neyarên Kurdan de neye eciqandin.

Gorên we wê werin avakirin û mîrateya we û şehîdan ji me re hiştî, heta hetayî wê were parastin. Di kesayete we de em dîsa hemû şehîdên doza azadiyê bi bîr tînin, û bejna xwe li ber we ditewînin. Ji Xweda; Zêde bûna xwedîbiryar bûn, Ezîm, û zêdebûna feraseta wan kesên têkoşer ji bo yekîtî û serketina gelê me tê dikoşin û ji bo qehremanên me serketinê, ji dilekî pak dixwazin.

Ew kesên kalên me darvekirin û qebrek ji bo wan zêde dîtîn, miheqeq ê werin têk birin.

Em ê di nav rûpelên dîrokê de wek, xelaskerê gel û welatê xwe bêne nivîsandin, ew ê jî bi wehşet, zilm û Xwedênenasiya xwe werin nivîsandin."