Şewata li Pîranê gihîşt Xarpêtê: Nahêlin bê vemirandin

Leşkerên Tirk ku li navçeya Pîranê ya Amedê agir berda qadê, destûrê nadin ku kes agir vemirîne. Şewat gihîştiye navçeya Miyaran a Xarpêtê.

Dagirkerên ku li Kurdistanê operasyonên leşkerî dikin, di heman demê de agir berdidin daristanan. Şewata ku li bejahiya Pirêjman a navçeya Pîranê ya Amedê 1'ê Hezîranê piştî operasyonê dest pê kir, dewam dike. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, şewata ku li Çiyayê Goreseyê kêm bûye, hîn jî li hin deveran dewam dike. Şewatê beşeke mezin a çiyê şewitand.

JI BO VEMIRANDINA ŞEWATÊ DESTÛRÊ NADIN XELKÊ HERÊMÊ Û ARKUJIYÊ

Li gorî agahiyan, leşkerên Tirk her wiha nahêlin ku şêniyên herêmê şewatê vemirîne. Her wiha leşkeran gefa lêpirsînê li arkujan xwarin ên ku dixwestin şewatê vemirînin. Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku leşkeran têkildarî herêma ku şewat lê heye gotine, "Herêma terorîstan e, bila bişewite."

Şêniyan ragihandin ku şewata li derdora navçeya Pîranê dewam dike, ji bo negihêje navçeya Miyaran a Xarpêtê bi makîneyên kar xendek hatine kolandin, lê belê ev yek jî nekariye li pêşiya şewatê bibe asteng. Şewat ber bi nava taxê ve diçe.

Şêniyên taxê diyar kirin ku leşkeran bi zanebûn agir berdane herêmê û şewatê ji ber bombardûmanê rû daye.