Şewata li Pîranê gefê li gundan dixwe
Şewata ku dewleta Tirk bi daristanên navçeya Pîranê ya Amedê xist, di roja nehemîn de ye. Şewat li bejahiya gundê Pirejmanê belav dibe.
Şewata ku dewleta Tirk bi daristanên navçeya Pîranê ya Amedê xist, di roja nehemîn de ye. Şewat li bejahiya gundê Pirejmanê belav dibe.
Artêşa Tirk a dagirker, piştî operasyona leşkerî ya li bejahiya Pirejmanê, di 1'ê Hezîranê de agir berda daristana li quntarê çiyayê Gorseyê.
Neh roj in şewat dewam dike û bi bandora bê, gihîştiye gundên Bahçekapi û Çevrecîk ên navçeya Aricakê ya Xarpêrtê.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên xwecihî ve hatin ragihandin, şewat ber bi gundê Pirejmanê ve belav dibe. Şewat gefê li gelek gundan dixwe.