Şewata li Dersimê mezin dibe

Li Dersimê, agirê ku leşkerên Tirk ên dagirker bi daristanê xist belav dibe.

Agirê ku di encama operasyona dewleta Tirk a dagirker de 17'ê Tebaxê li bejahiya navçeya Xozadê ya Dersimê dest pê kir û li gundên ser bi navçeya Pulurê belav bû, dewam dike.

Ji ber nerazîbûna raya giştî piştî 13 rojan hewldana ji bo vemirandina şewatê dest pê kir. Doh jî li qadên Kaniya Firtina Velî ya li Geliyê Mûnzûrê û Çemê Roj ê li Geliyê Pîlemuriyê agir bi daristanê ket.

Şewata li Geliyê Mûnzûrê bi bandora bê zû belav dibe. Serê sibehê, xelkê herêmê li gel tîmên arkuj ên Şaredariya Dersimê dest bi vemirandina şewatê kirin.

Şewata li Geliyê Pîlemuriyê du roj in dewam dike û heta niha ji bo vemirandinê tiştek nehatiye kirin.

Serokê AKP’ê yê Dêrsimê Sercan Ozaydin jî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal wêneye tefandinê belav kiribû lê derketibû holê ku wêneyê balefira ji bo tefandinê montaj e.  

ÇEWLIK

Li navçeya Xolxol a Çewlikê jî şewata ku doh li gundikê Xarsakê yê gundê Conagê rû da, bi bandora bê li herêmê belav dibe.

Dû bi ser vê qada daristanî ketiye.