Şewata li Dara Hênê belav dibe

Şewata li navçeya Dara Hênê ya Çewligê di roja duduyan de didome. Şewat hê jî nehatiye tefandin.

Li navçeya Dara Hênî ya Çewlîgê, di 25’ê Hezîranê de, saet derdora 13.00’an de agir bi bejahiya gundên Guzeldere, Derebag, Çamliyûrt û Sagokpinar ket. Piştî ku ekîbên agirkuj û daristanê ji bo şewatê hatin agahdarkirin, mudaxileyên şewatê kirin. Welatiyan, diyar kirin ku mudaxileyek kêm tên kirin û şewat 3 kîlometre dûrî navenda navçeyê, belav dibe. Welatiyan, dan zanîn ku heya niha beşek mezin a daristanê şewîtiye û dûman navenda bajêr dorpêç kiriye. 

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin girtin, wesayîtên agirkuj nikarin bikevin qada şewat lê derketiye, lê ji hewa ve dikarin şewatê bitefînin. Welatiyan, dan zanîn ku ger ji hewa ve mudaxele neyê kirin, ne pêkan e ku şewat bê vemirandin. 

Hat diyarkirin ku ger şewat neyê vemirandin, gundê Guzeldere wê bikeve bin xeteriyeke mezin.